|
|
DAXUYANIYA HPG-NRÇ'Ê YA 31'Ê COTMEHA 2007'AN |
LI NAVENDA ÇEWLIKÊ ŞER:
2
POLÊS HATIN KUŞTIN!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
1- Di 28'ê cotmehê de li navenda Çewlikê di
navbera gerîlayên me û polêsên dewleta tirk ve şer derketiye û 2
polês hatine kuştin û hinek polês jî birîndar bûne.
2- Di 30'yê cotmehê de li berwarên Kulûbeyê ku
girêdayî Dara Hênê ya Çewlikê ye, di navbera leşkerên artêşa tirk û
hêzên gerîlayên me de şer qewimiye. Di şer de 2 leşkerên tirk hatin
kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne. Piştî şer artêşa tirk mirî û
birîndarên xwe bi piştgiriya firokeyên kobra bi skorkyan
rakirine.
3- Di 30'yê cotmehê de li qadên Şûve, Kambere
û Astengê ku girêdayî Esendereya Geverê ne, artêşa tirk operasyoneke
ku hê jî didome daye destpêkirin.
4- Di 28'ê cotmehê de li ser riya Darê Hênê ya
Çewlikê û Amedê, di navbera hêzên gerîlayên me û leşkerên artêşa
tirk de şer derketiye. Di şerên ku qewimiye de leşkerek hatiye
kuştin û hinek leşker jî birîndar bûne.
|
NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê |
|