|
|
DAXUYANIYA HPG-NRÇ'Ê YA 27'Ê COTMEHA 2007'AN |
ARTÊŞA TIRK LI GABARÊ DÎSA WINDAHÎ
DA: HERÎ HINDIK
8
LEŞKER HATIN KUŞTIN!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
1- Di 25'ê cotmehê de ji hêla hêzên
artêşa tirk ve li hember qada Findiqê ku girêdayî Gabarê ye
operasyon hatiye destpêkirin. Di operasyonê de li girê Suvadiyeyê di
navbera artêşa tirk û hêzên gerîlayên me de pevçûn derketiye. Di
pevçûna ku mirî û birîndar nehatine zelalkirin de, di 27'ê cotmehê
de hêzên gerîlayên me milekî operasyonê hedef girtine û di encama
çalakiya êrîşî de 6 leşker hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar
bûne. Piştî çalakiyê artêşa tirk mirî û birîndarên xwe bi 3
firokeyên skorsky rakirine.
2- Di 25'ê cotmehê de ji hêla artêşa
tirk ve li gundê Şîraz û derdora wê ku girêdayî Bîtlîsê ye,
operasyon hatiye destpêkirin. Di saetên şevê de milekî operasyonê ji
hêla hêzên gerîlayên me ve hedef hatine girtin û di encamê de gelek
windahiyên artêşê çêbûne, bes agahiyeke zelal neketiye destê me.
3- Di 26'ê cotmehê de artêşa tirk li
qadên Kurekan, Şîşemzînan û Astengê ku girêdayî Gevera Colemêrgê ne
operasyon daye destpêkirin. Di heman wextî de artêşa îranî jî li
qada Astengê operasyon daye destpêkirin. Li her sê qadan operasyonên
heyî hê jî didomin.
|
NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê |
|