|
|
DAXUYANIYA HPG-NRÇ'Ê YA 25'Ê COTMEHA 2007'AN |
LI ŞIRNEX, ÇEWLIK Û AMEDÊ
OPERASYON!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
1- Di 21’ê cotmehê de operasyona ku ji hêla
hêzên artêşa tirk ve li hember qadên Çam, Kox, Dallitepe, Kanyan û
Girê Kişê girêdayî Çewlikê ne destpêkiribû, qadên Kizilagaç û
Hamamlarê girtiye ber xwe û didome.
2- Di 21’ê cotmehê de li qada Apê Mûsa ku
girêdayî eyaleta Amedê ye, bi şev saet di 1’ê de bi daketinan
destpêkiriye. Di operasyonê de li sêgoşeya gundên Cimsak, Bûyûk
Taşli û Bîrîcîkê hêzên artêşa tirk li gundan lêgerîn kirine û li ser
gundiyan zextan dikin.
3- Dji 24’ê cotmehê de li qadên Pîro, Dolasa,
Girê Xanê, Girê Sor, Akrê, Çaqçaqo, Deriyê Qaçê û Dara Hişk ku
girêdayî Bestaya Şirnexê ne operasyoneke ku hê jî didome
destpêkiriye.
|
NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê |
|