|
|
FERMANDARIYA BIRYARGEHA
NAVENDÎ YA HPG'Ê |
ARTÊŞA TIRK JI BONA LÊDANA KU
LI OREMARÊ XWARIYE BINCIL BEKIN, DEREW LI SER DEREWAN DIKIN!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
Di
demên dawîn de ku tê îdeakirin Herêmên Parastina Medya bi balafirên
şer têne lêdan û gelek gerîlayên me şehîd ketine ne rast in û artêş
hewl dide ku binketina xwe ya li Oramarê bincil bike van derewan
dike. Tenê qadên Haftanîn, Zap, Avaşîn û Çemço ku li Herêmên
Parastina Medyayê ne top hatine avêtin û gundên Şatûnis û Stûnê roja
21’ê cotmehê bi balafirên şer hatine bombebarankirin.
Wekî din rewşa 8 leşkerên dîlketî ji hêla
malbat û rayagiştî ve tê meraqkirin û daxwazên hevdîtinê tê kirin.
Rewşa 8 leşkerên dîlketî baş e û li bakurê Kurdistanê ku gerîlayên
me lêne têne girtin. Ji ber vê sedemê, ji bona ewlekariya leşkeran,
di vê demê de daxwazên hevdîtinê ne di cî de ne.
|
FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA HPG'Ê |
|