|
|
DAXUYANIYA HPG-NRÇ'Ê YA 23'YÊ COTMEHA 2007'AN |
DI ROJA DUYEM DE LI OREMARÊ
FIROKEYEKE SKORSKY HATE LÊDAN!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
1-
Di 21’ê cotmehê de ku ji hêla hêzên artêşa tirk ve ji mintiqa
Oremarê ve ku girêdayî Gevera Colemêrgê ye, operasyonek hatibû
destpêkirin. Hêzên artêşa dagirker a tirk dema ku hewl dabûn ku ji
gundên Şûkê, Ertîs, Şatûnîs, Satê û Stûnê bikevin başûrê Kurdistanê,
bes bi berxwedaniya gerîlayên me re rû bi rû mabûn û şer hê jî
didome. Di şerê ku di 22’yê cotmehê de gûrtir bûye de, ji hêla
gerîlayên me ve firokeyeke ku hewl dide daxistin bike hatiye lêdan û
derveyî qada şer ji neçarî daketiye. Di vî şerê dawîn de windahiyên
artêşa tirk çêbûne, bes ji ber şer didome, agahiyên zelal neketine
destê me. Wekî din di şerê dawîn de, hevalê me yê bi navê Şiyar
Kamişlo (Senet Xelîl) şehîd ketiye.
2- Di 21’ê cotmehê de ji hêla hêzên artêşa
tirk ve li qadên Çam, Kox, Dallitepe, Kanyan û Girê Kişê ku girêdayî
Çewlikê ne operasyoneke ku hê jî didome destpêkiriye.
3- Di 22’yê cotmehê de seranserê rojê qada
Navser ku girêdayî Gabarê ye êrîşa hewayî pêk hatiye.
|
 |
Şiyar Kamişlo
Senet Xelîl
1982/Kamişlo
Mevlûde
Xelîl
1999
|
|
NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê |
|