|
|
FERMANDARIYA BIRYARGEHA
NAVENDÎ YA HPG'Ê |
ENCAMÊ ŞERÊ LI OREMARÊ:
35
LEŞKER HATIN KUŞTIN Û 8
LEŞKER JÎ DÎL HATINE GIRTIN!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
Di
21’ê cotmehê de ku ji hêla hêzên artêşa tirk ve ji mintiqa
Oremarê ve ku girêdayî Gevera Colemêrgê ye, operasyonek hatibû
destpêkirin. Hêzên artêşa dagirker a tirk dema ku hewl dabûn ku ji
gundên Şûkê, Ertîs, Şatûnîs, Satê û Stûnê bikevin başûrê Kurdistanê,
bes bi berxwedaniya gerîlayên me re rû bi rû mabûnn. Di pevçûnên ku bê
navber berdewam kirine de, qada Oremarê bi tevahî hatibû dagirkirin.
Li hemberî dagirkeriya artêşa tirk, gerîlayên me êrîş birine ser wan
û di şerê ku qewimiye de, 35 leşker hatine kuştin, gelek leşker
birîndar bûne û 8 leşkerên artêşa tirk jî dîl hatine girtin. Dîsa di
lêkdanên ku hatine jiyandin de, 1 A-6 û 1 bombeavêj ku çekên giran
in, 3 heb M-16 û 3 heb G-3 hatine desteserkirin.
Wekî din mîna ku artêşa tirk û çapemeniya wê
îddea dike, yek gerîlayekî me negihîştiye şehadetê, tenê 3 gerîlayên
me bi sivikî birîndar bûne.
Kûnyeya leşkerên ku dîl hatine girtin:
1)Ramazan Yûce
Mêrdîn
Piyade Er
2)Îrfan Beyaz
Dîlok
Er
3) Mehmet Şenkûl
Nîğde
Çawiş
4) Nîhat Başova
Konya/Cîhanbeylî
Er
5) Îlhamî Demîr
Agirî/Patnos
Er
6) Fatîh Atakul
Denîzlî
Er
7) Halîs Tan
Edene
Çawiş
8) Ozhan Şabanoğlu
Hatay
Er
|
FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA HPG'Ê |
|