| |
|
FERMANDARIYA BIRYARGEHA
NAVENDÎ YA HPG'Ê |
ARTÊŞA TIRK KU KETE BAŞÛRÊ
KURDISTANÊ, BI HEZÎMETEKE MEZIN ŞÛN VE HATE ZIVIRANDIN!
HATE NÛKIRIN
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
Di
21’ê cotmehê de ji hêla hêzên artêşa tirk ve nivî şevê ji mintiqa
Oremarê ku girêdayî Gevera Colemêrgê ye, operasyonek hatiye
destpêkirin. Hêzên artêşa dagirker a tirk dema ku hewl dane ji
gundên Şûkê, Ertîs, Şatûnîs, Satê û Stûnê bikevin başûrê Kurdistanê,
bi berxwedaniya gerîlayên me re rû bi rû man. Di pevçûnên ku bê
navber berdewam kiriye de, qada Oremarê bi tevahî hatiye dagirkirin.
Li hemberî dagirkeriya artêşa tirk, gerîlayên me êrîş birine ser wan
û di şerê ku qewimiye de, fena ku artêşa tirk îddea dike, ji 17
leşkerî zêdetir leşker hatine kuştin û zêdetirî wî birîndar bûne.
Dîsa di şer de ji gelek leşekerên tirk jî dîl hatine girtin. Wekî
din di şerê ku hê jî didome de, gelek alavên leşkerî hatine
desteserkirin. Der barê şerê ku didome de, emê di nêzîk de agahî
bidin rayagiştî û gelê xwe.
WekÎ din mîna ku artêşa tirk û çapemeniya wê
îddea dike, li ser riya Gever-Daglicayê ku 17 sivîl birîndar bûne,
ji hêla artêşa tirk ve hatiye kirin. Dîsa di şerê Oremarê de ku tê
gotin 23 şehadetên gerîlayên me çêbûne, nûçeyên derew in û bi
armanca binketina artêşa tirk binixumînin, rêbazên şerên derûnî ne.
|
FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA HPG'Ê |
|