|
|
DAXUYANIYA HPG-NRÇ'Ê YA 21'Ê COTMEHA 2007'AN |
LI ÇEWLIKÊ KONTRA DÎSA LI SER KAR
IN!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
1- Di 19’ê cotmehê de piştî ku li
nêzîkî Banê ku girêdayî Gênca Çewlikê ye gerîlayên çalakî lidar
xistin, operasyona ku artêşa tirk li Akdağê dabû destpêkirin hê jî
didome. Wekî din li derdora gundê Selçûkê ku girêdayî Dara Hênê ya
Çewlikê ye, komeke kontra ku ji 8 kesan pêk tê, bi kincên gerîlayên,
xwe wekî gerîla bi nav dikin û li ser gel zextan dikin. Divê gelê me
li hember van komên kontra hişyar be.
2- Di 21’ê cotmehê de ji hêla artêşa
tirk a dagirker ve bi firokeyên kobra qadên Zengêsor, Kortepe û Girê
Bûlgûrê ku girêdayî Licê ya Amedê ne hatine bombebarankirin.
3- Di 19’ê cotmehê de ji hêla hêzên
artêşa tirk ve li hember qadên Yezdînan, Ramuran, Dehlê ve Mıstanê
ku girêdayî Dara Hênê ya Çewlikê ne operasyon hatiye despêkirin û bi
awayekî gurahî kemîn têne avêtin.
4- Îro danê sibeyî saet di 6’an de ji
hêla hêzên artêşa dagirker a tirk ve bi giştî qada Haftanînê bi
havan û katûşayan hatiye lêdan. Di encamê de eydî gundiyan gelek
sewalên biçûk telef bûne.
|
NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê |
|