|
|
DAXUYANIYA HPG-NRÇ'Ê YA 20'Ê COTMEHA 2007'AN |
LI ÇEWLIK Û DERSÎMÊ OPERASYON!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
1- Di 19’ê cotmehê de ji hêla hêzên
artêşa dagirker a tirk ve li hember qadên derdora Karataş û Kalecîkê
operasyoneke bi desteka hewayî hatiye destpêkirin. Operasyona
navborî heman rojê xwe bi paş ve vekişandiye.
2- Di 19’ê cotmehê de ji hêla gerîlayên
me ve yekîneyeke leşkerî ku li nêzî Banê ku girêdayÎ navçeya Dara
Hênê ya Çewlikê ye, çalakî hatiye lidarxistin. Di çalakiya ku
agahiyên zelal neketine destê me de, piştî çalakiyê ji hêla hêzên
artêşa dagirker a tirk ve li qada Akdağê operasyoneke ku hê jî
didome hatiye destpêkirin.
3- Ji hêla hêzên artêşa dagirker a tirk
ve li qadên Şemzînan, Gever, Çelê û Qilabana Şirnexê, li ser xeta
sînor sewqiyata leşkerî tê kirin.
4- Di 18’ê cotmehê de ji hêla hêzên
artêşa dagirker a tirk ve li hember qada Dorşîn ku girêdayî Eyaleta
Garzanê ye operasyon hatiye destpêkirin û leşkerên artêşa tirk li
girê Torosê bi cî bûne.
|
NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê |
|