|
|
Teşkîlatên AKP’ê û CHP’ê
di hedefa me de ne |
Di
demên dawîn de pirsgirêka dersînorî ku di rojevê de ye, çavkana wê
ne başûrê Kurdistanê ye, Enqere ye. Divê hikûmeta AKP’ê dev êrîşên
xwe yên li ser gelê kurd û saziyên wê bedre. Nexwe wê li Kurdistanê
teşkîlatên AKP’ê û CHP’ê hedef bêne girtin.
Çiyayê Gabarê, şanaz û îftîhara gelê kurd e.
Çiyayê Gabarê ciyê egîda ye, çiyayekî wisa ye ku, digel artêşa tirk
bi deh hezaran leşkerê xwe bi cî kiriye jî nikare serdest bibe û her
roj windahiyan dide. Em gerîlayên me yên ku çalakiya Gabarê lidar
xistine silav dikin. Hemû çiyayên Kurdistanê, ji Agirî bigire heta
Mûnzûr, Sîser û Andokan, hemû ciyên ku hêviyên gelê me berz dibine.
Ev çend salên dawîn e nêrînên fena ku gerîlayên me zeîf ketine, hêza
xwe ya şer winda kirine û ji bilî bombe avêtinê ji rû bi rû
şerkirinê direvin têne kirin. Hal ev e ku çalakiya li Gabarê biroj
hate kirin, ne bi şev bû. Çalakî li ciyekî wisa çêbû ku, ji biharê
de tabûr hatine bi cî kirin. Ev çalakî careke din nîşan da ku, hemû
propagandayên ku devleta tirk dike derew in. Gerîlayên me her dem,
şert û merc çi dibin bila bibin, xwedî vê hêzê ye ku li dijmin bixe.
Ev çalakî di warê leşkerî de vê nîşan da. Ev selmandina serdestiya
şer û taqtîkên gerîla ne. Di qada şer de yê ku xwedî însiyatîf e
gerîla ye. Ev çalakî jî nîşaneya vê ye. Ev çalakî, çalakiyeke
serkeftî ye. Êdî artêşa tirk nikare windahiyên xwe biveşêre. Hemû
windahiyên xwe nebêje jî, 13 heban îtîraf kir. Lê gerîla ne tenê ev
çalakî lidar xistiye. Di bîlançoya me ya şer a meha rezberê de, me
diyar kiribû 177 leşker hatine kuştin. Di daxuyaniyên artêşê de,
belkî 10 ji wan nehate dayîn. Ew windahiyên xwe diveşêrin.
Çalakiya dawîn lêdaneke mezin bû. Sedema ku
nikaribûn windahiyên xwe biveşêrin û ew qas tofan rakirin, armanc ev
bû ku li ser gelê kurd û DTP’ê zextan bikin. Wekî din hewl didin ku
li ser Emerîka û hikûmet Başûrê Kurdistanê çewsandinan bikin. Vê
dikin hinceta ku zêdetir herin ser gelê me de û belkî armanc ev e ku
êrîş bibin ser gelê me yê başûr. Di hêleke din ve kuştina 12 kesan a
li Beytûşebabê heye. Ji bona ku ser vê komkujiyê bigirin, ew qas
wîlewîl tê kirin. Ji bona ku ser vê bûyerê bigirin, ew qas rojev
cuda derdixin pêş. Baş tê zanîn ku ev bûyer ji hêla kê ve hatiye
kirin. Ma em çima wisa gelê xwe hedef bigirin.
Di dema hikûmeta AKP’ê de çewsandin û
operasyon zêdetir bûne. Piştî hilbijartinan rûyê rastîn ê AKP’ê
derketiye holê. Berî hilbijartinan, hewl dan peyama “di rastiyê me
dixwest em gav bavêjin, lê hêza me têr nake” bidin û bi vî awayî
rayên gelê kurd girtin. Ji ber vê sedemê li mijara AKP’ê de, hêviya
gelê kurd hebû. Lê piştî ku di hilbijartinê de rayên gelê kurd
girtin, mebesta xwe ya rastîn nîşan dan. Hikûmeta AKP’ê, hikûmeta
şerê taybet e. Wekî tê dîtin, her roj li hember tevgera me êrîşan
dikin. Li hember artêşa tirk hemû astengî hatin rakirin. Ji bona
hêzên qaşo yên ewlekariyê jî heman tişt hatin kirin û her roj
operasyon dikin.
Ev çalakiya dawîn, ji nû ve li dij başûrê
Kurdistanê têxist rojevê. Hewl didin ku her kesî bixapînin. Çavkana
vî şerî bakurê Kurdistanê ye. Dibêjin ku ji bona ku çûyîna hêzên li
Gabarê derbasî başûrê Kurdistanê nebin, top têne avêtin. Ev rast
nîne, gerîla beravajî vê berê xwe daye Dersîmê, Amanosê û ciyên
dîtir ên bakur. Li hemberî êrîşên dewleta tirk, gerîla bi her rengî
xwe bi cî dike.
Ji mirina leşkeran hikûmeta AKP’ê û artêşa
tirk berpirs e. Ji gelê tirk re, bi taybet ji malbatên leşkeran re
bang dikim. Di vî şerî de zarokên xizan û yên Kurdistanî didin pêş.
Zarokên rayederan tirkan jî li Emerîka dixwînin û dawetên xwe de
gelek pere dirijînin. Her dema ku artêşa tirk dikeve tengasiyê û li
bakur lêdanên giran dixwe, başûr hedef nîşan didin. Niha di destê
wan de tenê ev hincet maye. Ku ev jî ji dest derê wê çi bikin?
Tê zanîn ku artêşa tirk ji 24 operasyonên ku
lidar xistiye tu encam negirtiye. Encax armanc bi operasyonekê de li
me xistin nîn e. Jixwe rayedarên tirk hatine vê qonaxê ku, vê rewşê
qebûl dikin. Dixwazin zextan li ser başûrê Kurdistanê bikin. Hewl
didin ku bandora tevgera me kêm bikin. Di qada leşkerî de baş
dizanin ku nikarin li ser bisekinin. Di operasyonên berê de,
piştgiriya kurdên başûr, emerîkî û desteka gelekan hebû, lê encam
negirtin. Ma wê niha çawa encam bigirin? Halbûkî rewma ji berê
baştir e. Nayê daberhevkirinê jî.
Ji ber ku dewleta tirk li hember li bin ketiye,
delûdîn bûne. Mîna salên 90’î terorê dibalivîni. Berpirsê vanan AKP
bixwe ye. Sedema çewsandinên li ser gel, berpirsê siyasî AKP’e ye û
ev wê bêbersiv nemîne. Ku kurd û saziyên kurdan hedef bêne girtin,
bila AKP bizanibe ku li Kurdistanê yên wan jî, yên CHP’ê jî û
saziyên dewletê jî hene, wê van êrîşan bê bersiv nemîne. Îro
dirûtiya AKP’ê deşîfre bû û gel vê dît.
Îlker Başbûg di daxuyaniya xwe ya li Amedê de,
aniya ziman ku ev 20 sal in dewleta tirk li ser ciwanên kurd
polîtiyan dike. Tilyak û eroîn di bin kontrala polîsan de hatiye
kirin. Li bajarên kurdan fihûş bi destê wan tê birêve birin. Di bin
navê perwerdehiyê de dibistanên Hîzbûlahê hene. Heta niha
polîtîkayên dewletê encam negirtine û wê negire jî. Dewlet li ser
ciwanan konsepteke taybet pêk tîne. Bi destê wezîrê perwerdehiyê
Hûseyîn Çelîk û waliyan ev polîtîkayê taybet pêk tên. Bersiva herî
baş a ku ciwanên kurd bidin, beşdariya gerîla ye. Jixwe riyeke din
jî nehatiye hiştin. Divê gel bê helwest nemînin û bêçare nîn in.
Ciwan ne mecbûr in vê siyasetê, vê terora dewletê qebûl bikin. Divê
helwesta xwe zelal bikin.
Ez bang li malabatên kurd dikim. Fena ku
generalên tirk dibêjin, bila ji wan bawer nekin. Ku dibêjin li
zarokên xwedî derên, zarokên xwe tevlî gerîla bikin. Dibe ku hinek
malbat ji bona zarokên wan nebin gerîla an nemirin, zarokên xwe
dişînin leşkeriyê. Lê bila bizanibin ku wê zarokên bi saxlemî
nazivirin. Malbateke bi rûmet, divê zarokên xwe radestî artêşa tirk
nekin. Ji ber vê yekê divê neyên vê lîstikê.
Rewşa serokatiya me ji bona me esas e. Em bang
dikin ku hemû kurdên parçeyên Kurdistanê li Rêber Apo xwedî derkevin.
Hêzên mêtînger demên xwe yên herî lewaz jiyan dikin û ji ber vê yekê
divê bi çar destî têkoşînê hemêz bikin. Divê ciwanên kurd, bi
awayekî xurt xwe beşdarî vê pêvajoyê bikin û van lîstikan vala
derxînin.
Artêşa tirk ji ber van tengavbûnan, şerekî
qirêj birêve dibin. Her cure rê û rêbazî ji xwe re maf dibînin. Bi
bombeyên mîsketan ku di şer de bikartînin, sûcê şer dikin. Ji bona
vê rewşê em banga pejinkariyê dikin ku saziyên navnetewî dikin. Ji
Zaxoyê heta sînorên Îranê, gelek qadan bombe dikin. Bombeyên
mîsketan ketine zeviyê gel jî. Divê hikûmeta başûrê Kurdistanê di vê
mijarê de berteka xwe bi hişkî nîşan bide. Ev mîsketên ku li dij
peymana Cenevreyê ye, avêtine gelek herêman. Em bang dikin ku,
civakên navnetewî û saziyên mafên mirovan li ser vê bisekinin.
Nivîskarê kurd Mehmed Uzun, şehîdê demokrasiyê
ye. Em ji malbata Mehmed Uzun re û ji gelê kurd re sersaxî dixwazin.
Wî hemû jiyana xwe, ji bona ziman û wêjeya kurdan da. Kesekî
welatparêz bû. Yê me jî hemû têkoşîna me, fena romaneke zîndî ye. Di
vê hêlê de, em wekî tevger wê wekî şehîdê demokrasî û azadiyê
dinirxînin û girêdana xwe ya şehîdan tînin ziman. Wekî din em cejna
Remezanê pîroz dikin û hêvî dikin bibe wesîla aştî û azadiyê.
|