Kurdî   |   Tirkî   | Farisî | Îngilîzî | Erebî | Elmanî
 
 
 
   

 

DAXUYANIYA HPG-NRÇ'Ê YA 13'Ê COTMEHA 2007'AN

13 Cotmeh 2007

 

 

ARTÊŞA TIRK KU DI DEMÊN DAWÎN DE KETIYE TATÊLÊ, LI DERSÎMÊ TEQWIYEYA LEŞKERAN TÊ KIRIN!
 

 

Ji rayagiştî û çapemeniyê re;

 

1- Di 12’ê cotmehê de ji hêla hêzên artêşa tirk ve li qada Akdağ ku girêdayî Eyaleta Amedê ye, bi piştgiriya firokeyên kobrayan bi daxistinan operasyon hatiye destpêkirin. Operasyona ku qadên Girê Merg, derdora Avnîk, Mışkê, Xeylan û Xirebeyê girtiye ber xwe hê jî didome.

 

2- Di 8’ê cotmehê de ji hêla hêzên artêşa tirk ve ev sê roj in operasyoneke ku qadên Axveren, daristanên Xizan, Saltık û Mahsûmpaxa ku girêdayî Dersîma Hozatê ye hatiye destpêkirin. Der barê mirî û birîndarên artêşa tirk de agahiyeke zelal neketiye destê me.

Wekî din gundên ku girêdayî Hozatê ne, komeke kontra ku kincên gerîlayan li xwe kirine, li ser gel çewsandinan dikin. Bi van hêzan re tu têkiliya me nîn e.

 

3- Ji duh de ji Elezîzê ber bi qadên Hozat û Çemîşgezeka Dersîmê ve komcivîna leşkeran tê kirin. Wekî din li qereqolên ku li Pûlûmûra Dersîmê ne jî hejmara leşkeran tê zêdekirin.

 

4- Di 9’ê cotmehê de ji hêla hêzên artêşa tirk ve li hember qadên Çakaran û Dûzgûn Babayê ku girêdayî Nazimiya Dersîmê ne operasyon hatiye destpêkirin û di 11 cotmehê de jî bi paş ve vekişiyaye. Wekî din di 9’ê cotmehê de li hember qada Tornova ku girêdayî navçeya Ovacika Dersîmê ye operasyon destpêkiriye û di 10’ê cotmehê de bêyî ku encam bê girtin bi paş ve vekişiyaye.

 

5- Ev serê hefteyeke ku seranserê bejahiya Erziromê ji hêla hêzên artêşa tirk ve bi firokeyên kobra tê bombebarankirin.
 

 

NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê

   
     

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

MENÛ

MAL
NIVÎSÊN ROJEVÎ
ŞEHÎDÊN ME
HPG
MÛZÎK
WÊNE
ARŞÎVA NÛÇEYAN
TÊKILÎ
ALA HPG
ALA YJA - STAR

 

ÎRTÎBAT

RAGIHANDIN

(Der barê HPG'ê de - Der barê malperê de - Agahiyên Giştî - Nûçe)