|
|
DAXUYANIYA HPG-NRÇ'Ê YA 12'Ê COTMEHA 2007'AN |
DI DEMÊN DAWÎN DE PIŞTÎ PÊLÊN
ŞOVENÎST, LI QEREQOLA MÛSEKAYÊ DI NAVBERA LEŞKERÊN KURD Û TIRK DE
ŞER DERKET!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
1- Di 11’ê cotmehê de konveyeke leşkerî
ya artêşa tirk ku dema ku hewl didin derên operasyonê, konvoy ji
hêla gerîlayên me ve hedef hatiye girtin. Di çalakiyê de panzerek ji
holê hatiye rakirin û ji leşkerên di nav de yek hatiye kuştin û
astsûbayek, çawişek pispor û leşkerek jî birîndar bûne. Piştî
çalakiyê riya Mêrdîn-Kerboranê ji çûn û hatinê re hatiye girtin û
operasyona ku destpêkiriye hê jî didome.
2- Di 10’ê cotmehê de, di demên dawîn
de piştî pêlên şovenîst ên dewleta tirk û hemû saziyên xwe, li
qereqola Mûsekayê ku girêdayî qada Gerdiyaya Şemzînana Colemêrgê ye,
di navbera leşkerên kurd û tirk de nîqaş derketiye û piştî nîqaşê
şer pevçûn derketiye. Di pevçûnê de leşkerek kurd ku navê wê hê ne
diyar e hatiye kuştin û leşkerên bi navê Mustafa Ertunç ku ji Îzmîrê
ye û Nûman Ûçyonca ku ji Samsûnê ye jî birîndar bûne.
3- Ji 9’ê cotmehê vir ve ji hêla hêzên
artêşa tirk ve çiyayê Gabarê û bejahiya wê bi balafirên şer bênavber
tê bombebarankirin.
|
NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê |
|