|
|
DAXUYANIYA HPG-NRÇ'Ê YA 11'Ê COTMEHA 2007'AN |
LI NAVENDA AMED’Ê LI HEMBER
POLÎSÊN SIVÎL ÊN KU KARÊN KONTRATÎ DIKIN ÇALAKIYA BI NARÎNCOKÎ!HATE
NÛKIRIN
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
1- Di 10’ê cotmehê de li taxa
Balikçilar Başî ku li navenda Amedê ye, êvarî saet di 7’an de ji
hêla gerîlayên me yên bajêr ve çalakî hatiye lidar xistin. Di
çalakiya ku hatiye lidar xistin de polîsên sivîl ên ku li ser gel
çewsandinan dikin hedef hatine girtin. Di çalakiyê de polîsek hatiye
kuştin û 2 polîs jî birîndar bûye. Ji niha û şûn ve wê li hember
polîsên ku wisa di nava xebatên faşîzane û kontra de cî digirin
çalakiyên me bidomin. Wekî din wekî ku di çapemeniyê de tê gotin,
polîsên mijara gotinê, ne dikana terzîxaneyê de, di maşînê de hedef
hatine girtin û di dema çalakiyê de dayîkek ji hêla
panzêreke polîsan ve hatiye qetilkirin. Di demeke kin de wê li
hember vê qetilkirinê çalakiya misîlemeyî li dar bikeve.
2- Di 7’ê rezberê de ji hêla hêzên
artêşa tirk ve li hember qada Şehîd Mazlûm ku li herêma Koyî Spî ya
Amedê ye operasyonek destpêkiriye. Di operasyonê de li gelek ciyan
kemîn hatine avêtin, qad bi firokeyên kobrayî tê bombebarankirin û
oparasyona navborî hê jî didome.
|
NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê |
|