|
|
DAXUYANIYA HPG-NRÇ'Ê YA 10'Ê COTMEHA 2007'AN |
LI ŞEHRİBANA BESTAYÊ PEVÇÛN:ASTSÛBAYEK
HATE KUŞTIN!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
1- Di 7'ê cotmehê de ji hêla hêzên
artêşa tirk a dagirker ve li hember qada Şehrîban ku li Bestaya
Şirnexê ye, bi piştgiriya firokeyên kobra operasyonek destpêkiriye.
Di operasyonê de milekî operasyonê ji hêla gerîlayên me ve li qada
Girê Derman hedef hatiye girtin û di encamê astsûbayek hatiye kuştin
û leşkerek jî birîndar bûye. Piştî ku artêşa tirk windahî daye, ji
neçarî di 8'ê cotmehê de xwe bi paş ve vekişandiye.
2- Di 8'ê cotmehê de ji hêla hêzên
artêşa tirk ve li hember qadên Karanfîla, Dumanli, Gola Kazaxa,
Şehîd Rûbar û geliyê Penaûsê ku girêdayî herêma Çemçe ya ku li ser
Qersê ye operasyon destpêkiriye û heman rojê bi paş ve vekişiyaye.
|
NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê |
|