Kurdî   |   Tirkî   | Farisî | Îngilîzî | Erebî | Elmanî
 
 
 
   

 

DAXUYANIYA HPG-NRÇ'Ê YA 8'Ê COTMEHA 2007'AN

8 Cotmeh 2007

 

ARTÊŞA TIRK KU BOTANÊ MÎNA KU DAGIR KIRIYE, LI ÇIYAYÊ GABARÊ LÊDANEKE MEZIN XWAR!
 

Ji rayagiştî û çapemeniyê re;

 

1- Di 7’ê cotmehê de li hember yekîneyên artêşa tirk ku fena Botanê ji nû ve dagir kiribin, çalakiya ku di demên dawîn de li Gabarê li dar ketiye, ji hêla gerîlayên me ve pêk hatiye. Di çalakiya ku ji hêla gerîlayên me ve lidar ketiye de, fena ku çapemenî û serfermandariya tirk îdea dikin windahiyên wan zêdetir. Emê piştre der barê çalakiyê de bi berfirehî daxuyanî bidin rayagiştî.

 

2- Di 7’ê cotmehê li hember yekîneyeke artêşa tirk ku li girê Cum ku girêdayî navçeya Licê ya Amedê ye, ji hêla gerîlayên me ve bi şev saet di 10.30’an de çalakiyeke êrîşê lidar xistine. Çalakiya êrîşî ku veguheziye pevçûnê, konvoyeke leşkerî ku bi armanca piştgiriyê tên qada şer, ji hêla gerîlayên me bi awayekî bi bandor hatiye lêdan û tanqeke ku di konvoyê de ye jiholê hatiye rarkirin û ji leşkerên di tanqê de 3 leşker hatine kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne.

 

3- Di 7’ê cotmehê de ji hêla gerîlayên me yên YJA-STAR’ê ve yekîneyeke artêşa tirk ku li girê Mergumar ku girêdayî Bestaya Şirnexê ye, bi şev saet di 8.30’an de çalakî hatiye lidar xistin. Di çalakiya ku li dar ketiye de mirî û birîndarên artêşê çêbûne, bes agahiyeke zelal neketiye destê me.

 

4- Di 7’ê cotmehê de ji hêla hêzên artêşa tirk ve qadên Haftenîn, Metîna, Zap, Çemço, Avaşîn û Xakurkê ku li Herêmên Parastina Medya ne, bi awayekî gurahî êvarî saet di 8’an de bi obûs û hawanan hatine lêdan. Dîsa di 8’ê cotmehê de danê sibeyî saet di 5’an de heman qad bi hawan û obûsan hatiye lêdan û ji ber hawan û obûsan eydî gundiyan gelek baxçe û zevî zirar dîtine.

 

5- Di 6’ê cotmehê de ji hêla hêzên artêşa tirk ve li hember qadên Raya Pîre, Kurê Mizgeft û Mergûla û derdora Garê ku girêdayî Şemzînana Colemêrgê ne operasyon destpêkiriye û roja din qediyaye.

 

NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê

   
     

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

MENÛ

MAL
NIVÎSÊN ROJEVÎ
ŞEHÎDÊN ME
HPG
MÛZÎK
WÊNE
ARŞÎVA NÛÇEYAN
TÊKILÎ
ALA HPG
ALA YJA - STAR

 

ÎRTÎBAT

RAGIHANDIN

(Der barê HPG'ê de - Der barê malperê de - Agahiyên Giştî - Nûçe)