Kurdî   |   Tirkî   | Farisî | Îngilîzî | Erebî | Elmanî
 
 
 
   

 

DAXUYANIYA HPG-NRÇ'Ê YA 7'Ê COTMEHA 2007'AN

7 Cotmeh 2007

 

DI SERDAGIRTINA QERAQOLA LI ELBAKÊ DE TEQEZ 7 LEŞKER HATIN KUŞTIN, DU NÎZAMIYE Û MAŞÎNEKE JÎTEMÊ JIHOLÊ HATE RAKIRIN!

 

Ji rayagiştî û çapemeniyê re;

 

1- Duh bi şev saet di 12’an de ji hêla gerîlayên me ve li hember qereqola Haçkanê ku nêzî gundê Essenyamaçê ye çalakî hatiye lidarxistin. Di çalakiya ku çekên giran hatine bikaranîn de, du nîzamiye û maşîneke transît a sîvîl ku endamên JÎTEM’ê bikartînin jiholê hatine rakirin. Di çalakiyê de leşkerên payebilind jî di nav de teqez 7 leşker hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne.

 

2- Di 5’ê cotmehê de ji hêla hêzên artêşa tirk ve li quntarên çiyayê Cudî ku li Şirnexê ye operasyon hatiye destpêkirin. Di operasyonê de danê êvarî saet di 6’an de ji hêla gerîlayên me ve milekî operasyonê hedef hatiye girtin û di encama çalakiya êrîşî de 6 leşker hatine kuştin. Artêşa tirk ku mirî û birîndarên xwe bi maşînên leşkerî û bi skorskyek rakirine, piştre pevçûnên bi şid hatine jiyandin û hetanî 11’ê şevê pevçûn berdewam kiriye. Piştî pevçûnê qad bi obûsan hatiye bombebarankirin û bi firokeyên kobra hatiye lêdan.

Di 6’ê cotmehê de, li heman qadê di navbera gerîlayên me û hêzên artêşa tirk de pevçûn derketiye û gelek leşker hatine kuştin. Bes der barê mirî û birîndaran de agahiyeke zelal neketiye destê me. Di heman şerî de hevalê me yê bi navê Bîlal Batman (Mehmet Halim Kaya) bi lehengî şer kiriye û şehîd ketiye.

 

3- Di 6’ê cotmehê de ji hêla hêzên artêşa tirk ve li hember qada Şehîd Brûsk ku li Eyaleta Amedê ye, operasyoneke ku hê jî didome destpêkiriye.

 

4- Li derdora Siwarê Xalê ku girêdayî Beytûşebabê ye, yekîneyeke ku ji 15-20 kesan pêk tê, cilên gerîlayên me li xwe dikin û li ser gel çewsandinan dikin. Ev koma ku bahsa wê tê kirin, tu têkiliya wan bi me nîn e û divê gelê me li hember wan pejinkar bin.
 

BÎLAL BATMAN
MEHMET HALÎM KAYA
1977 / GERCÛŞ–ÊLIH
EMÎNE
HÛSEYÎN
2002

 

 

NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê

   
     

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

MENÛ

MAL
NIVÎSÊN ROJEVÎ
ŞEHÎDÊN ME
HPG
MÛZÎK
WÊNE
ARŞÎVA NÛÇEYAN
TÊKILÎ
ALA HPG
ALA YJA - STAR

 

ÎRTÎBAT

RAGIHANDIN

(Der barê HPG'ê de - Der barê malperê de - Agahiyên Giştî - Nûçe)