|
|
DAXUYANIYA FERMANDARIYA BIRYARGEHA
NAVENDÎ YA HPG'Ê |
ENDAMÊ JÎTEMÊ
ÎDRÎS OZER KU
DI BERNAMEYA BI NAVÊ "LÎSTIKA JAHRÊ" DE NAVÊ WÎ DERBAS
DIBE, JI HÊLA GERÎLAYÊN ME YÊN BAJÊR VE HATE GIRTIN!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
Ev serê hefteyeke ku di çapemeniyê de
bernameyeke bi navê “Lîstika Jahrê” hem ji hêla gelê me ve hem jî ji
hêla çapemeniyê ve tê şopandin û nîqaşkirin. Sîxurên ku ji hêla
komîsyonên me ve hatin lêpirsînkirin, îfadeyan dan. Di îtîrafan de
hate destnîşankirin ku ji hêla JÎTEM’ê ve ketine dafikê, ew bi zorê
kirine sîxur, piştre jî ji bona peywirê ew şandine qadên ku di bin
denetima gerîlayên me de ne.
Di van îtîrafan de keçeke bi navê Derya Ege
dide diyar kirin ku ji hêla endamê JÎTEM’ê Îdrîs Ozer ve ketiye
dafikê, îşkence dîtiye û destdirêjahî li hember çêbûye. Li ser vê
yekê gerîlayên me yên bajêr kesê bi navê Îdrîs Ozer girtin û ji bona
lêpirsînê anîn Herêmên Parastina Medya. Kesê bi navê Îdrîs Ozer di
salên 2004-2005’an de di bûyera Şemzînanê de bi kesê bi navê Alî
Kaya re xebitiye, ku der barê Alî Kaya de wê demê ji hêla
serfermandarê tirk ê wê demê ve şibandina “zarokên baş” hatibû
kirin. Der barê vê mijarê de emê di demeke nêzik de ji gel û
rayagiştî re daxuyaniyeke berfireh bidin.
|
FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ |
|