|
|
DAXUYANIYA HPG-NRÇ'Ê YA 5'Ê COTMEHA 2007'AN |
LI ŞEMZÎNANÊ PEVÇÛN!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
1- Di 3’yê çotmehê vir ve ji hêla hêzên
artêşa tirk ve li hember qada Kato Marînos ku girêdayî Colemêrgê ye
operasyonek hatiye destpêkirin û operasyon bi piştgiriya sewqiyatên
dîtir û hewayî berfireh dibe.
2- Di 4'ê cotmehê de ji hêla artêşa
tirk ve li derdora Genîş Tepe ku nêzî qereqola Garê ku li ser
Şemzînanê ye operasyonek hatiye destpêkirin. Di operasyonê de ji
hêla gerîlayên me ve milekî qereqolê hedef tê girtin û di encama
çalakiya êrîşî de 2 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê di navbera
gerîlayên me û hêzên artêşa tirk de pevçûn dertên. Pevçûnên ku rojek
berdewam dikin de mirî û birîndarên artêşa tirk çêbûne, bes agahiyên
zelal neketine destê me.
|
NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê |
|