Kurdî   |   Tirkî   | Farisî | Îngilîzî | Erebî | Elmanî
 
 
 
   

 

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA HPG'Ê

1 Cotmeh 2007

 

FERMANA QETILKIRINA GUNDIYÊN BEYTUŞEBABÊ ARTÊŞ Û HIKUMETA TIRK DAN!

 

Ji rayagiştî û çapemeniyê re;

 

Di ser îlana agirbesta yekalî ya 1’ê cotmeha 2006’an salek derbas bû. Artêşa tirk, ji roja ku agirbest destpêkirin, asta şer bilind kir û her cure rêbazên qirêj û yên şerên taybet meşande. Di nava salek de 483 operasyon hatin lidar xistin. Artêşa tirk di şerê bi gerîlayên me re li hember çavê dinyayê çekên kîmyevî, bombeyên mîsket, bi zanebûn şewitandina daristanan û di şer de maşînên sivîl bikaranîn ku her yek ji wan sûcên şer in derbasî jiyanê kir.

Bi peymana di navbera AKP û artêşa tirk de, piştî hilbijartinên 22’yê tîrmehê konsepteke nû ya şer hate destpêkirin. Artêş di daxuyaniyên xwe yên berê de bi gotina; “Ku hûn dixwazin terorê biqedînin, ya herî girîng ên ku alîkariya wan dikin, em berê xwe bidin wan” aşkere hemû civak hedef nîşan dan û di pêkanînên pratîkî de ev hate nîşandayîn.

Têkiliyên qirêj ên dewlet-artêş-hikumetê bi bûyera Şemzînanê ji hêla gelê me ve hate deşîfrekirin. Dewlet û çeteyên wan ku li ser kar hatin zevtkirin, demên dawîn de ji bona ku gelê me çavtirsandî bikin, bi çete, JÎTEM û ajankirina sivîlan, li Kurdistanê terorê dibalivîne. Dewleta ku di sala 94’an de zêdetir Hîzbûl-kontra yan Hîzbûl-Şeytan bikaranîn, di roja me ya îroyîn de jî JÎTEM, TÎT û dirêjahiyên wan bikartîne.

Di mehên dawîn de li ser komkujiyên sivîl ên ku li bajarên Wan û Dersîmê, Beytuşebap jî li ser hate zêdekirin. Li Beytûşebabê li gundê Hemkanê, maşîneke ku gundiyan ji ciyê kar tîne, ji JÎTEM’ê ve hate gulebarankirin û ev di bin fermana serfermandarê tirk û serokwezîr pêk hatiye. Bi vê dixwazin gerîla tenê bihêlin, gel bitirsînin û bi van komkujiyan hewl didin ku têxin stûyê PKK’ê û bi vî awayî şerên qirêj ku dimeşînin ser bigirin. Bi vî rengî hewl didin bi awayekî çalak şerê taybet têxin dewrê. Wekî din bi bêpîvaniya komkujiyê, cerdevanan hedef digirin û cerdevanên ku ev demeke tebat bûne û dernayên operasyonan li hember gelê kurd û PKK’ê sor bikin.

Bi vê hişmendiya rastiya heyî, gerîlayên HPG’ê, di demên dawîn de gelek endamên JÎTEM’ê hatin kuştin da ku rê li ber komkujiyan bigire. Em wekî HPG diyar dikin ku bi vê êrîşa ku bûye re tu têkiliya me nîn e û li hember van hêzên tarî em bi awayekî çalak soza parastinê didin gelê xwe. Ji ber vê sedemê em bang li gelê xwe dikin ku, bi van propagandayên şerên qirêj ên artêşa tirk, bila gelê me nexape û pejinkar bin. Em bang li partiyên siyasî, komeleyên mafên mirovan û rêxistinên civaka sîvîl ên demokratîk dikin ku, bila êrîşê lêkolîn bikin û faîlan derxin holê û hesap bipirsin.

 

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA HPG'Ê

   
     

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

MENÛ

MAL
NIVÎSÊN ROJEVÎ
ŞEHÎDÊN ME
HPG
MÛZÎK
WÊNE
ARŞÎVA NÛÇEYAN
TÊKILÎ
ALA HPG
ALA YJA - STAR

 

ÎRTÎBAT

RAGIHANDIN

(Der barê HPG'ê de - Der barê malperê de - Agahiyên Giştî - Nûçe)