| |
|
DAXUYANIYA HPG-NRÇ'Ê YA 27'Ê REZBERÊ |
KU LI ÇIYAYÊN KATOYÊ DESTANA
LEHENGIYÊ HATE NIVÎNDAN!
LI DERSîMÊ JÎ 7 LEŞKER HATIN KUŞTIN!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
1- Di 13’ê rezberê de ji hêla hêzên
artêşa tirk ve li Zozanên Colemêrg, Kato Marînos, Kato Qavalê û li
Zozanên Şirnex Beytûşebabê (Taştemêrg, Meydankolî, Girê Ezmana,
Sirtên Nismo) û li tevahiya Kato Jîrkayê operasyon hatibû
destpêkirin. Di vê operasyonê de ji 20 hezar zêdetir leşker ji
Şirnex, Colemêrg û Sêtê beşdar bûna, ji bilî van hêzan cahşên Hosyan
û Jîrkî jî beşdarî operasyonê bûbûn û herî kêm 29 leşker hatibûn
kuştin û 33 leşker jî birîndar bûbû. Di vî şerê ku 13 rojan berdewam
kiriye de hevalên me yên bi navê Nûda KARKER (Nazan BAYRAM), Dr.
Nûjîn Akdag (Sabîne FRIEDMANN KAYALAR), Goran Çarçel (Hamît Bayram),
Bahtiyar Amed (Zekî GOKBERK), Serhat Colemêrg (Hakan TURGUT),
Kahraman Hogir (Adnan Mamo), Şemseddîn Jiyan (Esat GULER), Diyar
Şahîn (Fehîm SÛLEYMAN) û Serdar Çarçel (Îhsan Tekeş) bi lehengî li
ber xwe dane û gihîştine şehadetê.
2- Di 25’ê rezberê de ji hêla artêşa
tirk ve li derdora qereqola Paq (Kocakoç) ku girêdayî navenda
Dersîmê ye operasyon destpêkiriye û di operasyonê de yekîneyeke
leşkerî ku dewriye digere ji gerîlayên me ve bi roj saet di 10.50’an
de ji hêla gerîlayên me yên YJA-STAR’ê ve kemîn hatiye avêtin û di
kemînê de yek ji wan astsûbay bi tevahî 7 leşker hatine kuştin û 2
leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê gerîlayên me bi awayekî ewle
gihîştine yekîneyên xwe.
NÛDA KARKER
Rêheval
Nûda ku di sala 1992’an de beşdarî refên azadiyê bûye, bi dorê li
Zagrosan, Rojhilata Navîn, Ewropa û li Qendîlê rêveberî kiriye. Herî
dawîn di sala 2003-2004’an de li hember hewldan û êrîşên noker û
tesfiyekaran, bi awayekî çalak bû xwedî helwest. Di xeta Rêber Apo
de û di xwedî derketina nirxan de dizanibû ku jiyanî bike. Ji nû ve
avabûna PKK’ê de cî girt û di asta bilind de li hember tesfiyekaran
sekinî. Rêheval Nûda ji bona meclîsa PKK’ê û endamtiya konseya
rêveberiyê ya KKK’ê hate hilbijartin. Di pêngava 1’ê Hezîranê de
çalak cî girt û bi pêşniyara xwe derbasî HPG bû û di konferansa
4’emîn ya HPG’ê de wekî endama meclîsê hate hilbijartin. Wekî din di
rêveberiya PJA û di rêveberina KJB’ê de cî girt.
|
NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê |
|