Kurdî   |   Tirkî   | Farisî | Îngilîzî | Erebî | Elmanî
 
 
 
   

 

DAXUYANIYA HPG-NRÇ'Ê YA 24'Ê REZBERÊ

24 Rezber 2007

 

GERÎLAYÊN ME DEST DAN SER TRÊNA KU ALAVÊN LEŞKERÎ BAR KIRIYE!

 

Ji rayagiştî û çapemeniyê re;

 

1- Di 21'ê rezberê de ji hêla hêzên artêşa tirk ve li qada Marûka ku girêdayî navçeya Çelêya Colemergê ye operasyonek destpêkiriye. Heman rojê di navbera qadên Marûka û Fiyanê ji hêla gerîlayên me ve li dij milekî operasyonê çalakiyek hatiye lidar xistin. Di çalakiyê de şer qewimiye û ji saet 3'yê şevê heta danê sibeyî berdewam kiriye. Di şer de 4 leşkerên tirk hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne. Wekî din di çalakiyê de hevalên me yên bi navê Ferhat Kobanî (Menzer Habeş) û Bêrîtan Melek (Perîhan Aybar) bi lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê.

 

2- Di 23'yê rezbêrê de treneke bar di navbera qada Ardîrek ku girêdayî Palûya Elezîzî ye û di navbera qada Sûverena Dara Hênêya Çewliyê ye ji hêla gerîlayên me yên YJA-STAR'ê ve çalakî hatiye lidar xistin. Di çalakiyê de ku roketavêj û çekên ferdî hatine bikaranîn, lokomotîf û 8 vagon hatine rûxandin û 6 endamên bi çek ên ewlekariya taybet jî birîndar bûne. Trêna ku bi tevahî ketiye destê gerîlayên me, hemû alavên leşkerî ji hêla gerîlayên me ve hatiye desteserkirin. Piştî çalakiyê gerîlayên me bi awayekî ewle gihîştine yekîneyên xwe.

 

3- Li qada Şehîd Brûsk ku li Amedê ye, ji qereqola Berîkê Noqta Avê û derdora wê bi havan û topan hatiye lêdan. Piştî bombebarankirinê li qadê şewat derketiye û hê jî şewat didome.

 

FERHAT KOBANÎ
MENZER HABEŞ
1986 / KOBANÎ
FATMA
MUHAMMED
2000

BÊRÎTAN MELEK
PERÎHAN AYBAR
1989 / GEVER
CEVAHÎR
MECÎD
2005


 

 

NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê

   
     

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

MENÛ

MAL
NIVÎSÊN ROJEVÎ
ŞEHÎDÊN ME
HPG
MÛZÎK
WÊNE
ARŞÎVA NÛÇEYAN
TÊKILÎ
ALA HPG
ALA YJA - STAR

 

ÎRTÎBAT

RAGIHANDIN

(Der barê HPG'ê de - Der barê malperê de - Agahiyên Giştî - Nûçe)