|
|
DAXUYANIYA HPG-NRÇ'Ê YA 21'Ê REZBERÊ |
LI BÎLÎS Û AGIRIYÊ OPERASYON!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
1- Di 18'ê piştî çalakiya gerîlayên me
ku li hember girê qereqoal Hervisê çalakî lidarxistin, ji hêla hêzên
artêşa tirk ve li qadên Gundê Ore, Germav, Hervis û Gundê Tuyê
operasyon hatiye destpêkirin. Di 19'ê rezberê de ji hêla gerîlayên
me ve bi roj saet di 12'an de milekî operasyonê hedef hatiye girtin.
Di çalakiyê de 4 leşker birîndar bûne. Di 20'ê rezberê de operasyon
bêyî encam bê girtin xwe bi paş ve vekişandiye.
2- Di 16'ê rezberê de ji hêla hêzên
artêşa tirk ve li qada Kirêkorê ku girêdayî bajarê Agirî ye,
operasyonek hatiye destpêkirin. Di operasyonê de di navbera
gerîlayên me û hêzên artêşê de şerek ku bi qasî 2 saet berdewam
kiriye derketiye. Di şer de der barê mirî û birîndarên artêşa tirk
de agahiyên zelaln neketiye destê me. Di şer de hevalê me yê bi navê
Eşref (Ahmed Yîgît) gihîştiye şehadetê.
3- Di 18'ê rezberê de ji hêla hêzên
artêşa tirk ve li qada Tirêtûtakê ku li ser çiyayê Tendûrekê ku
girêdayî bajarê Agirî ye, operasyonek destpêkiriye û heman rojê bi
paş ve vekişiyaye.
4- Di 19'ê rezberê de ji hêla hêzên
artêşa dagirker ve li qadên Kirê Halaç, Demîr Kapi û Kirê Karargahê
ku li bejahiya Bazîda Agiriyê ne operasyonek hatiye destpêkirin û
bêyî ku encam bê girtin qediyaye.
|
NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê |
|