|
|
DAXUYANIYA HPG-NRÇ'Ê YA 20'Ê REZBERÊ |
LI HÊLA RIYA ŞEMZÎNAN-GERDIYAYÊ
FIROKEYEKE SKORSKY LÊDAN XWAR!
PEVÇÛNÊN LI MAVA, HESKÎF Û KERBORANÊ
DIDOMIN!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
1- Di 18'ê rezberê de ji hêla hêzên
artêşa tirk ve li qadên Gerdiya û Şemzînanê bi roj saet di 2'yan de
operasyonek destpêkiriye. Di operasyonê de firokeyeke skorsky ku
sewqiyata leşkerî dike, ji hêla gerîlayên me ve hedef hatiye girtin
û lêdan xwariye. Firokeya ku lêdan xwariye, li nêzî riya Şemzînan-Gerdiyayê
bi neçarî daketiye û ev rê ji çûn û hatinê re hatiye girtin.
Roja din hêzên operasyonê bi armanca
mûdexaleyê li girê Gomerayê bi cî bûne. Li hember leşkerên ku li gir
bi cî bûne, danê êvarî saet di 5'an de gerîlayên me çalakî
lidarxistine û di çalakiyê de 5 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî
birîndar bûne. Operasyona mijara gotinê hê jî didome.
2- Ev deh roj in operasyona hêzên
artêşa tirk ku bi beşdariya 10 hezar leşkerî li qadên Êlih, Heskîf,
Mava û Kerboranê destpêkiriye hê jî didome. Ji ber operasyon hê jî
didome, agahiyên zelal neketine destê me, 3 hevalên me yên bi navê Sûleyman Rodî (Vaceddîn Arslan), Sînan Batman (Menaf
Kanat) û Munzur Welat (M. Mansur Koçak) nasnameya wan diyar bûye ku
di pevçûnan de şehîd ketine. Operasyona navborî bi berfirehî didome.
|
NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê |
|