|
|
DAXUYANIYA HPG-NRÇ'Ê YA 19'Ê REZBERÊ |
LI BITLÎSÊ SERDEGIRTINA QEREQOLÊ!
LI ŞEMZÎNANÊ JÎ ENDAMÊ JÎTEMÊ ÎSMAÎL HATE
KUŞTIN!
Ji
rayagiştî û çapemeniyê re;
1- Di 18’ê rezberê de ji hêla gerîlayên
me ve li hember girê qereqola Hervisê saet di 6’an de çalakiyek
hatiye lidarxistin. Di çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin û 3 leşker
jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa tirk mirî û birîndarên xwe
bi firokeyên skorkyan rakirine û li derdora qereqolê operasyon
hatiye destpêkirin.
2- Di 18’ê rezberê de ji hêla gerîlayên
me ve saet di 3’yê bi roj de du maşînên sivîl ku cebilxane dibin
Qereqola Bezelê ku li ser riya Bedevê û Bezelê ye hedef hatiye
girtin. Di maşîna pêş de endamê JÎTEM’ê û di maşîna paş de lêşker
hatine bicî kirin. Di herdu maşînên ku hedef hatine girtin de, 3
leşker birîndar bûne û endamê JÎTEM’ê Îsmaîl Ozkan jî di çalakiyê de
hatiye kuştin.
3- Di 17’ê rezberê de di operasyona ku
artêşa tirk daye destpêkirin de, di navbera artêşa tirk û gerîlayên
me de danê sibeyî saet di 7’an de li girê Silo ku girêdayî Şemzînanê
ye pevçûn derketiye. Pevçûnên ku cî bi cî berdewam kirine de danê
sibeyî saet di 10’an de milekî operasyonê û panzêrek ku bi armanca
destekê hatine qada operasyonê hedef hatiye girtin û di çalakiyê de
panzêr lêdan xwariye û 3 leşker jî hatine kuştin.
4- Duh bi şev ji 12’ê şevê hetanî 2’yê
şevê ji hêla hêzên artêşa tirk ve qadên Haftanîn, Xakûrkê, Zagros,
Zap û Metîna ku li qada Herêmên Parastina Medyayê ne bi havan û
obûsan hatiye lêdan. Di bombebaranê de zevî û baxçeyên eydî gundiyan
zirarek mezin dîtine. Li qadên gundê Kasrokê û Şêlazê ku li Metînayê
ne, erazî şewitiye û şewata ku destpêkiriye hê jî didome.
5- Duh qada Şehîd Xebat ku girêdayî
Çewlikê ye ji hêla hêzên artêşa tirk ve bi obûs û havanan hatiye
lêdan. Wekî din Geliyê Qîr ku girêdayî Yayladereyê ye, ji 7’ê
rezberê vir ve bi firokeyên kobra û bi balafirên şer hatiye
bombebarankirin. Di encama bombebarankirinê de şewata ku derketiye
hê jî didome.
6- Duh bi şev saet di 3’yan de qadên
Ferhan, Girê Kiş û Dalli Tepe ku girêdayî Çewlikê ne ji hêla
firokeyên kobra ve hatine lêdan. Di encama lêdanê de li daristana
qadê şewat derketiye û hê jî didome.
7- Di 12’ê rezberê de li hemberî qadên
Nazmiye û Mazgîrtê ku girêdayî Dersîmê ne artêşa tirk operasyon daye
destpêkirin. Di operasyonê de 12 û 13’ê rezberê de di navbera
gerîlayên me û hêzên artêşa tirk de pevçûn derketiye. Di pevçûnan de
mirî û birîndar du alî hene, bes agahiyeke zelal neketiye ber destê
me.
8- Li qada Kato Jîrka ku ev serê
hefteyeke artêşa tirk operasyon daye destpêkirin hê jî didome.
9- Di 12’ê rezberê de danê êvarî li
derdora gundê Pifika û Toloyayê ku girêdayî navçeya Dîgora Qersê ne,
ji hêla hêzên artêşa tirk ve operasyonek hatiye destpêkirin. Di
operasyonê de di navbera hêzên artêşa tirk û gerîlayên me de pevçûn
derketiye û di pevçûnê de gerîlayê me yê bi navê Çiya (Adîl Gezîcî)
gihîştiye şehadetê.
10- Ev deh roj in bi beşdariya 10 hezar
leşkerî li qadên Êlih, Heskîf , Mava û Kerboranê operasyonek
destpêkiriye. Di operasyonê de cî bi cî pevçûn derketine û du alî
windahî hene. Encamên pevçûnê emê di demeke nêzîk de bi gelê xwe re
par ve bikin.
|
NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê |
|