|
|
DAXUYANIYA HPG-NRÇ'Ê YA 17'Ê REZBERÊ |
DI OPERASYONA LI DERSÎMÊ DE ENDAMÊ JÎTEMÊ ELÎ
YILDIRIM HATE KUŞTIN!
Ji
rayagiştî û çapemeniyê re;
1- Di 14’ê rezberê de li hemberî
qereqola Serekanî ku girêdayî navçeya Bazîda Agiriyê ye, ji
gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidar xistin. Danê sibeyî saet di
6:20’an de, dema ku leşkerên qereqelo îçtîma digirin hedef hatine
girtin û di encamê de 2 leşker hatine kuştin û leşkerek jî birîndar
bûye. Piştî çalakiyê derdora qereqolê bi havanan hatiye lêdan.
2- Di 9’ê rezberê de ji hêla hêzên
artêşa tirk ve li Alî Boğaza Dersîmê operasyonek hatiye destpêkirin.
Di operasyonê de gerîlayên me milekî operasyonê dişopînin û li
hember wan çalakiyek lidar dixin. Di çalakiyê de leşkerek hatiye
kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne. Dîsa di heman operasyonê de
endamê JÎTEM’ê yê bi navê Elî Yildirim ku di gelek operasyonan de
çalak cî girtiye, di gelek kuştinên kiryarên wan ne diyar û di karê
ajanîkirinê de pêşengiyê dike ji hêla bîrîmên me yên taybet de, di
operasyonê hatiye kuştin.
3- Di 14’ê rezberê de ji hêla hêzên
dagirker ên artêşa tirk ve li qadên Kato Bagîra, Kato Kavale, Kato
Ortê û Geliyê Marînos ku girêdayî Colemêrgeyê ne, operasyona ku
destpêkiribû hê jî didome.
4- Di 14’ê rezberê de li hember qadên
Taşta Mergê, Deriyê Baqê, Deriyê Berana, Deriyê Qaçê, Baskê Nısmo,
Girê Azmana, Gundê Erep û Siğur Paşa ku girêdayî herêma Kato Jîrka
li Şirnexê ye, operasyona ku destpêkiribû hê jî didome.
|
NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê |
|