Kurdî   |   Tirkî   | Farisî | Îngilîzî | Erebî | Elmanî
 
 
 
   

 

DAXUYANIYA HPG-NRÇ'Ê YA 16'Ê REZBERÊ

16 Rezber 2007

 

DI ŞERÊN DAWÎN ÊN LI ÇIYAYÊ GABARÊ DE HERÎ KÊM 16 LEŞKER HATIN KUŞTIN!

 

Ji rayagiştî û çapemeniyê re;

 

1- Di 14’ê rezberê de ji hêla hêzên artêşa tirk ve li qada Çiravê ku girêdayî çiyayê Gabarê ye operasyonek hatiye destpêkirin. Di operasyonê de li deriyê Memîrayê milekî operasyonê ji hêla gerîlayên me ve hatiye lêdan û herî kêm 4 leşker birîndar bûne.

 

2- Di 9’ê rezberê de li girê Şehîd Yilmaz ku li çiyayê Gabarê ye, gerîlayên me çalakiyeke misîlemeyî lidarxistine. Di çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin.

Di 11’ê rezberê de li heman qadê leşkerên ku li hevraza gir dara dibirin ji hêla gerîlayên me ve hedef hatine girtin. Di çalakiyê de windahiyên artêşê çêbûne, bes agahiyeke zelal neketiye destê me.

Dîsa di 15’ê rezberê de li girê Şehîd Sabrî ku li qada girê Şehîd Yilmazê ye, leşkerên ku bi armanca ewlekariyê hatine, ji hêla gerîlayên me ve hatine lêdan. Leşkerên ku bi armanca piştgiriyê hatine jî ji dûrbûna narîncokê ve ketine kemîna gerîlayên me. Di herdu lêdanan de herî kêm 8 leşker hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne. Artêşa tirk ku mirî û birîndarên xwe bi piştgiriya firokeyên kobra bi skorskyan rakirine, piştre qadê dane ber obûs û lêdanan. Di encama lêdanê de li daristanê şewat derketiye û şewat hê jî didome.

 

3- Di 14’ê rezberê de ji hêla firokeyên kobra yên artêşa tirk ve qada Kato Marînos û derdora wê hatiye bombebarankirin. Di encama bombebarankirinê de eydî gundiyan 20 hêstir telef bûne.

 

4- Di 14’ê rezberê de ji hêla hêzên dagirker ên artêşa tirk ve li qadên Kato Bagîra, Kato Kavale, Kato Ortê û Geliyê Marînos ku girêdayî Colemêrgeyê ne, operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona ku destpêkiriye hê jî didome.

 

5- Di 14’ê rezberê de ji hêla hêzên artêşa tirk ve li qada Gundê Sêvê ku girêdayî Şêx Cûmaya Bîtlîsê ye, operasyon hatiye destpêkirin û gundê Sêvê ji hêla leşkerên tirk ve hatiye valakirin. Operasyon jî hê jî didome.

 

6- Di 13’ê rezberê de li hember trêneke bar ku sefera xwe ya Tetwan-Elezîzê dike, di navbera qadên Gênc û Sûverenê de hêla gerîlayên me çalakiyeke sabotajî hatiye lidar xistin. Di çalakiyê de lokomotîfa trênê û 7 vagon hatine rûxandin û di encamê de ziyaneke mezin a madî pêk hatiye. Riya trênê ji çûn û hatinê re hê jî girtiye.
 

NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê

   
     

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

MENÛ

MAL
NIVÎSÊN ROJEVÎ
ŞEHÎDÊN ME
HPG
MÛZÎK
WÊNE
ARŞÎVA NÛÇEYAN
TÊKILÎ
ALA HPG
ALA YJA - STAR

 

ÎRTÎBAT

RAGIHANDIN

(Der barê HPG'ê de - Der barê malperê de - Agahiyên Giştî - Nûçe)