|
|
DAXUYANIYA HPG-NRÇ'Ê YA 15'Ê REZBERÊ |
ARTÊŞA TIRK WINDAHIYÊN XWE
VEDIŞÊRE!
Ji
rayagiştî û çapemeniyê re;
1- Di 13’ê rezberê de maşîneke sivîl bi
modela transît ku ji qereqola Mixisa navçeya Pervarî ya Sêrtê dertê
û tê de leşker hene, ji hêla gerîlayên me ve danê êvarî saet di
5:30’an de kemîn hatiye avêtin û di kemînê de 5 leşker hatine kuştin
û 8 leşker jî birîndar bûne.
2- Di 13’ê rezberê de li hember
qereqola Garê ku girêdayî Şemzînanê ye, ji hêla gerîlayên me ve bi
roj saet di 3:30’an de çalakiyeke sûîkastî hatiye lidar xistin. Di
çalakiyê de di lêdana yekem de leşkerek hatiye kuştin û 2 leşker jî
birîndar bûne. Roja din di 14’ê rezberê de danê sibeyî saet di
navbera 4-6’an de leşkerên qereqolê ku dixwazin ciyê çalakî hatiye
lidar xistin lêkolîn bikin, ji hêla gerîlayên me yên ku berê kemîn
avêtine ve hatine lêdan û di encamê de 3 leşker hatine kuştin û 2
leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê gerîlayên me bi awayekî ewle
xwe bi paş ve vekişandine.
3- Di 13’ê rezberê de li derdora
Qereqolên Sekamerg û Gazê ku girêdayî qada Koyî Spî ya Amedê ye, ji
hêla hêzên artêşa tirk ve operasyonek hatiye destpêkirin û hê jî
didome.
4- Di 9’ê rezberê de ji hêla hêzên
artêşa tirk ve li qada Devegeçîdî ku girêdayî Erganiya Amedê ye,
operasyon hatiye destpêkirin û îro bê encam qediyaye.
5- Di 15’ê rezberê de li qada Çemçê ku
girêdayî Qersê ye, ji hêla hêzên artêşa tirk ve operasyon
destpêkiriye û hê jî didome.
6- Di 14’ê rezberê de li hember qadên
Taşta Mergê, Deriyê Baqê, Deriyê Berana, Deriyê Qaçê, Baskê Nısmo,
Girê Azmana, Gundê Erep û Siğur Paşa ku girêdayî herêma Kato Jîrka
li Şirnexê ye, operasyon destpêkiriye. Operasyon bi beşdariya hêzên
leşkerî yên Beytûşebap, Pervarî û Osyanê bi berfirehî didome.
7- Di 14’ê rezberê de danê nîvroj saet
di navbera 11-12’an de qada Kaşûra, ji hêla hêzên artêşa tirk ve bi
obûsan hatiye lêdan. Bombebarana ku bi şev jî berdewam kiriye, di
encamê de daristan şewitîne û şewat hê jî didome.
|
NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê |
|