Kurdî   |   Tirkî   | Farisî | Îngilîzî | Erebî | Elmanî
 
 
 
   

 

DAXUYANIYA HPG-NRÇ'Ê YA 14'Ê REZBERÊ

14 Rezber 2007

 

YEKÎNEYÊN VEŞARTÎ YÊN BI TEVGER ÊN ARTÊŞA TIRK, YEK BI YEK TÊNE LÊDAN!

 

Ji rayagiştî û çapemeniyê re;

 

1- Di 12 rezberê de di qadên Girê Çolya û Bêspinê ku li çiyayê Cudiya Şirnexê ye, yekîneyeke leşkerî ya bi tevger û veşartî ya hêzên atêşa tirk ji hêla gerîlayên me ve, di encama şopandinekê de ber bi êvarî saet di 4'an de bi awayekî bi bandor hatiye lêdan. Di çalakiyê de 4 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê qad ji hêla hêzên artêşê ve bi hawan û obûsan hatiye lêdan.

 

2- Di 12'ê rezberê de ji hêla hêzên artêşa tirk ve di navbera qadên Pira Şûtê û Girê Pulmîrê ku girêdayî navçeya Çelê ye Colemêrgê ye operasyonek hatiye destpêkirin. Di 13'ê rezberê de di çarçoveya operasyonê de yekînyeke artêşa tirk ku li erazî veşartî tevdigere, ji hêla gerîlayên me yê YJA-STAR'ê ve bi roj saet di 3:30'an de bi çekên BKC û çekên ferdî hatiye lêdan. Di encama çalakiyê de 3 leşker hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.

Piştî çalakiyê ji hêla hêzên artêşa tirk ve girê Pûlmîrê hatiye girtin. Heman rojê girê Pûlmîrê ku yekîneyeke artêşa tirk bi cî bûye, ji hêla komek gerîlayên me yên din ve hedef hatiye girtin. Di çalakiyê de li gir 4 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. Artêşa tirk mirî û birîndarên xwe bi firokeyên skorsky rakirine. Operasyona li qada hê jî didome.

 

 

NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê

   
     

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

MENÛ

MAL
NIVÎSÊN ROJEVÎ
ŞEHÎDÊN ME
HPG
MÛZÎK
WÊNE
ARŞÎVA NÛÇEYAN
TÊKILÎ
ALA HPG
ALA YJA - STAR

 

ÎRTÎBAT

RAGIHANDIN

(Der barê HPG'ê de - Der barê malperê de - Agahiyên Giştî - Nûçe)