|
|
DAXUYANIYA HPG-NRÇ'Ê YA 13'Ê REZBERÊ |
YEKÎNEYÊN VEŞARTÎ YÊN BI TEVGER ÊN
ARTÊŞA TIRK, YEK BI YEK TÊNE LÊDAN!
Ji
rayagiştî û çapemeniyê re;
1- Di 12'ê rezberê de yekîneyek veşartî bi tevger a artêşa
tirk bi roj saet di 10'an de ji hêla gerîlayên me ve hatiye lêdan.
Gerîlayên me yên ku ketina nava çeperên leşkeran, 3 leşker hatine
kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne.
Piştî çalakiyê êvarî saet di 8'an de artêşa tirk mirî û birîndarên
xwe û yekîneya xwe ya vaşartî bi piştgiriya firokeyên kobrayan bi
skorskyan rakirine.
2- Di 12'ê rezberê de ji hêla hêzên artêşa tirk ve li qadên
Kalecîk, Karataş û Ulûkale ku girêdayî bejahiya Dersîma Çemîşgezek-Hozatê
ye, operasyoneke berfireh hatiye destpêkirin.
3- Ji hêla hêzên artêşa tirk ve li qada Besteya Şirnexê ye,
bi zanebûn daristan têne meşandin. Şewata li daristanan ev serê
mehekê ye didome.
Wekî din daristanên li qadên sirtên Bozan û Alûklûyê ku Alî Bagaziya
Dersîmê ye, ji hêla firokeyên kobra ve bi bombeyên şewatê têne
bikaranîn. Bombeyên ku têne bikaranîn tu têkiliya wan bi hedefên
leşkerî nîn in. Ev deh roj in bê navber qad bi madeyên şewatê têne
şewitandin û her diçe gûr dibe.
|
NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê |
|