Kurdî   |   Tirkî   | Farisî | Îngilîzî | Erebî | Elmanî
 
 
 
   

 

DAXUYANIYA HPG-NRÇ'Ê YA 9'Ê REZBERÊ

9 Rezber 2007

 

DI ŞERÊN DAWÎN ÊN ŞIRNEX Û COLEMÊRGÊ DE
19 LEŞKER HATIN KUŞTIN, YEK JI WAN YARBAY HERÎ KÊM 6 LEŞKER JÎ BIRÎNDAR BÛN

 

Ji rayagiştî û çapemeniyê re;

 

1- Di 6’ê rezberê de konvoyeke ku ji Çelê ber bi Colemêrgê ve diçe operasyonê, li nêzîkî pira Şinê ji hêla YJA-STAR’ê ve bi awayekî bi bandor ji nêzîk ve hatiye lêdan. Çalakiya ku di danê sibeyî de li dar ketiye de 10 leşker hatine kuştin û gelek leşker yek ji wan yarbay e birîndar bûne.

 

2- Di 7’ê rezberê de li qada Şêx Cûma ku girêdayî Bîtlîsê ye, yekîneyeke bi tevger a hêzên artêşa tirk ji hêla gerîlayên me ve hedef hatiye girtin. Wekî din konvoyeke leşkerî ku bi armanca piştgiriyê tên ciyê çalakiyê, di konvoyê de maşîneke sivîl jî hedef tê girtin. Di encama van herdu çalakiyan de 3 leşker hatine kuştin, 6 leşker jî birîndar bûne.

 

7 Eylül’de Bitlis’e bağlı Şêx Cuma alanında Türk Ordu güçlerine bağlı hareketli bir birlik gerillalarımız tarafından hedeflenerek vurulmuştur. Ayrıca gerillalarımızca vurulan hareketli birliğe takviye amacıyla gelen askeri konvoydaki bir sivil araca yönelik de bir eylem gerçekleştirilmiştir. Gerillalarımızın bu eylemleri sonucunda 3 asker ölürken, 6 asker de yaralanmıştır.

Piştî çalakiyan qada Şêx Cûma ji hêla hêzên artêşa tirk ve bi qasî 4 saetan bi havan û tanqan hatiye lêdan. Di encama bombebaranê de ev du roj in şewat derketiye û hê jî didome.

 

3- Di 6’ê rezberê de bi beşdariya hêzên Colemêrg û Beytûşebabê artêşa tirk li qadên Mezra Marînos, Sirtê Çelecengê, Meydan Zengilê, Faraşîn û Paganê operasyoneke berfireh hatiye destpêkirin.

 

Di 7’ê rezberê de li hember hêzên operasyonê ku li Meydan Zengilê bi cî bûne, ji hêla gerîlayên me ve çalakî hatiye lidarxistin. Çalakiya ku bi roj saet di 2’an de li dar ketiye de 3 leşker hatine kuştin û wekî din hinek leşker jî birîndar bûne. Artêşa tirk mirî û birîndarên xwe bi firokeyên skorsky rakirine û bi piştgiriya 12 skorskyan û bi daketinan operasyon bi berfirehî didome.

 

Dîsa di operasyonê de di encama avêtina topan de, li qada Kato Marînos gelek sewalên gundiyan telef bûne.

 

4- Di 8’ê rezberê de li qadên Meydan Casûsê, Aqîr û Deriyê Baqê ku girêdayî Kato Jîrkayê ne, yekîneyeke bi tevger a artêşa tirk ji hêla gerîlayên me ve ketiye bin şopandinê. Di encama şopandinê de gerîlayên me yekîneya bi tevger a leşkeran li qadên Meydan Casûsê û Girê Azmanan xistine dafikê û di encamê de 3 leşker hatine kuştin û hinek leşker jî birîndar bûne. Di encama çalakiya gerîlayên me de yekîneya ku lêdan xwariya bi piştgiriya firokeyên kobrayan bi skorskyan ji qadê derxistine.

 

NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê

   

 

     

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

MENÛ

MAL
NIVÎSÊN ROJEVÎ
ŞEHÎDÊN ME
HPG
MÛZÎK
WÊNE
ARŞÎVA NÛÇEYAN
TÊKILÎ
ALA HPG
ALA YJA - STAR

 

ÎRTÎBAT

RAGIHANDIN

(Der barê HPG'ê de - Der barê malperê de - Agahiyên Giştî - Nûçe)