Menû

Şehîdên me

Albûma Şehîdan

Kunyeya Şehîdan

Dîmenên Şehîdan*Nû

Wêneyên Şehîdan*Nû

Daxuyanî
 

YÊN DAWÎN KU HATINE BARKIRINÊ

 

       2007 [1]  [2]

2008 [1]

 

 

KUNYEYÊN ŞEHÎDÊN

 2008

 

KUNYEYÊN ŞEHÎDÊN

 2007

 

 

Ji bona bîranîna şehîdên Zapê

Newroz Serhed

ÇIYAYÊ ZAPÊ

 

bêje ey çiyayê Zapê
çend bilind û heybet in diyarên te
çiqas bilind e rûmeta te,
têrê nake dema bidim pesnê neh lehengên te
tu yî warê evîndarên azadiyê
buyî kela berxwedanê
deng veda çar hêlên cîhanê
bûn çar mertal ji bo pêşeroja Kurdistanê
çend dilxwaz û bawer in
çend hêrs û bi afatin
ew canfedayê Rêber Apo ne
şerm dikir xwezaya zivistanê
binêre çend dijwar e serma û berfa te
xemilandin dîrok ji dilopa xwîna xwe
tu bûyî şahid ji berxwedana wan re
te bejna xwe ditevand ji mêrxasiya wan re
destana rûmet û azadiye nivîsandin;
binêre!
bin diket dişkest, xov digirt dijminê xwînxwar
çend serfirazin tekoşerên te
rojê şerm dikir
heyvê serê xwe tevand
tirsiyan stêrkên ezmanê zivistanê
şer û fîxan e li ser zinarên te
ew bû Erdalê çav belek
pel dida ji nav dilê Amedê
ew bû Gorsê Ayhanê delal
jîn dida deşta Perwariyê
ew bû Tofan, Cahidê dilovan
gihandin hevdu gelê Kobana Rojava
lewma hezaran digot:
BIJÎ BERXWEDANA ZAPÊ
BIJÎ QEHREMANÊN HPG’Ê
BIJÎ MÊRXWASÊN PKK’Ê

 


 

 RÛPELA DESTPÊKÊ

 
HPG (Hêzên Parastina Gel) Malpera Fermî ye.
Ji hêla HPG-NRÇ'ê ve hatiye sazkirin.
HPG Online © 2003 - 2008 Hemû mafên wê parastî ne.