| Menû |
|---|
| Şehîdên me |
| Albûma Şehîdan |
| Kunyeya Şehîdan |
| Dîmenên Şehîdan*Nû |
| Wêneyên Şehîdan*Nû |
|
KUNYEYÊN ŞEHÎDÊN 2007 |
|---|
Biçûka min, min ew qas bêriya te kiriye ku ez nikarim bi lêv bikim. Ez ji te re dibêjim biçûka min, ji ber ku tu biçûka min bûyî. A niha mîna ku me berê dikir, di bin stêrkan de min xwe dirêj kiriye… Ew lêvên te yên nazenîn û ew gotinên te yên awerte û xweş ê ku ji lêvên te diherîkin, ez ji bir nakim û tên bîra min… "Zerya, ez ew qas ji te hez dikim, tu dikarî di vê şevê de bibî hevala min û rêhevaltiya min bikî. "Di dilê xwe de her şev ew keştiya ku em tu carî lê siwar nebûyîn û di xeyalê me de mayî, di şînahiya zerya de, bi te re em dibûn heval… Tu nikarî behrekî bigrî nava akvaryûmekê ger tu bigrî jî wê kêm bimînî. Ne pêlên wê ne jî ew leylanên bê emsal û bîranînê wê, tu yê ti carî nikarî di nav de bi cih bikî. Ger ez jî bi qasî zerya ji te hez bikim, bixwazibim bidim jiyandin jî, lê mîna akvaryûmê kêm dimînim. Belê biçûka min, her tim hinek tişt kêm dimînin. Belê tu tişt mîna jiyankirinê, rast nabe. Te carekê ew jiyan kir, tu careke din nikarî bigrî. Ez di dilê xwe de kêm dimînim, wate dîtin çiqas tiştên benda nivîsê hene. Dema ku ez pênûsê digrim destê xwe, mîna sûlavekê bê navber ez dibêjim qey ezê rûpelê spî fetih bikim, lê tiştê di hizrê min de pênûsa xayîn bilêv nake… Her ku ez dest didimê, parçeyek ji lêv kenîna te heye, carna ji bo nivîsandina hin tiştan mîna wênevanekî hizrandin pêwîst e. Ji ber ku her firçe ku tu lê didî, veşertiyeka ya bîranîna derdixe holê. Ji bo vê her rêzika ku dirêj de rastiya te derdikevê holê, lê mirov dizane di hinek cihan de kêm maye. Ji ber ku vegotin ew qas ne hesanê. Carna ez dihizirim, gelo min jiyan nekiriba, minê tu baştir vegota an go bilêv bikira? Ji ber ku xeyal bi rastiyan re ti carî hev nabînin û nabin yek. Wan diperçiqînê re heta kêm û biçûk dike, ji bo vê ez dibêjim, xwezî min hîn zêdetir vegotiba. Min dixwest, vê pênûsa di nava tiliyê min de bi perûş tê û diçe, xeyalê te yanê te nîgar bikim. Lê bawer im ku nikarim vebêjim. Bi qasî vegotinê tişteke xirap nîn e. Lê disa jî şûna kêfxweşiya nerastiyê jiyan bikim, êşa rastiyê ezê hilbijêrim. Tevî ku ez vê rastiyê jî dizanim, disa jî her şev ez van çiyayên bilind û bi heybet ên Metîna temaşe dikim û te bibîrtînîm. Bawer bike ku, ez carnan xeyal dikim ku tu ji wê de bi coş tê yî. Bêdilrihmî ez neçar mam ku bipejirînim, lê tu tunebî jî carnan ez te di dil û hizrê xwe de didim jiyandin. Ez çi bikim, dem mirovan dike mahkûmê vê. Yekê ji me jî tu vegotin nekir… Biçûka min, me kirasê li gor te li te nekir. Di rastiyê de tu vê dawiyê mezin bibûyî, geş bûyî û buyî keçeke şahane. Lê min gotibû, tu biçûka min î… Gelo ji ber ku em nikarin te vebêjin, tu ji me aciz dibî an na?
Ji beriya salan min li fîlimekî temaşe kiribû,
navê fîlim neynika bejnê bû. Fîlm, rastiya keçeke biçûk vedigot.
Sakîne ku di nav gola Wanê de ya ku şîn ji dayîk bûyî, di
qûntarê Zagrosan de bi jiyanê re hevnasîn pêk anî û di Metîna de
xweşikbûyî vedigot. Li gor gotin û bewariya, keçeke pir sipehî û
bedew bû. Xweşikî û bedewiya wê destana li ser zimana bû. Ew
nêrgiz û sûlav, ew dîmenên nayên gotin ên ku Metîna bedew
dikirin tê bihîstin. Di nava wan bedewiyan de, Sakîne jî rengeke
cûda bû. Mirovan hingî behsa bedewî û delaliya wê dikirin, lê
xelas nedikirin. Lê wê di vê bedewiyê de qisûr didît. Ji ber ku
yên ji derve de didîtin weke wan xwe nedidît. Carna mereq dikir
û di neynikê de li xwe temaşe dikir, lê di neynikê de jî beş bi
beş didît û nedikarî dîmenên xwe bixe yek. Ji bo vê tenê
xeyalekê wê hebû, di neynika bejnê de, bi cilên gerîlla xwe
dîtinbû. Biçûka min, hest tenê bi bêrîkirin,hezkirinê nayên vegotin, carna bi şêwazên cuda têne bilêvkirin ev dibe ku pevçûn, nesekinîn û delaliyan jî dibe. Mîna niha, carna bêrî bêdengiyê jî tê ziman. Me çiqas tiştên bedew afirandin. Dilê te cihê tevahî peroşbûna nûyan bû. Sarya bi her kesê re dost bû. Ez hîn jî şaş dimînîm ku ew dilê te yê biçûk, çawa li ber wan giraniya xwe girt. Sarya min a ku ji xwe mezintir, a ku her kes fêm dikir, dilbedewa min. Ez îro strana ku dibêje ‘ bîrîndar kirim xerîbîyê’ guhdar dikim û her çiqasî ezezî be jî, ez ji te re dibêjîm gula min neçe û min nehêle. Bewer bike biçûka min, dema min tu ji dest dayî, tiştê min jiyankirî ez nikarim vebêjim. Çiyayên Metîna ji me hîn ezezîtir bûn. Tevî ku ew qas ji jiyanê hez dikir û ew qas jî girêdayî we bû, bi qasî jiyanê mirin jî li te hat? Bê ku ez bixwazim carna ez dihizirim û dilê min teng dibe. Ev windahiyek an go hevdîtînek e? Gelo, mîna ez bi te dihesim, a niha tu jî bi min dihesî? Helbestvanekî nivîsiye ‘mirin li te nehat.’ Me çiqas êşa hevaltiyê jiyan kiriye. Êşa me ji temenê me jî hîn zêdetir e. Ew agirê ku te bi dilê min xistiyê navemirê û nabe xwelî. Her ku çûyînek çêdibe, em pê diêşin û eş dide me. Lê heyf mixabin! Êşa havalên ciwan hîn bi şewetir e. Tê gotin, êş mirovan mezin dikin, êşên me em zû mezin kirin. Welê mezin kirin ku, di vî emrê kurt de, tiştên ku hizr û aqilên mirovan jê nagrê me derbaskirin û dagirtin. Sarya min, tu çîroka nêrgizê dizanî? Kulîlka ku evîndarê xwe, pir bedew û nazenîne lê cihê ku herî dest nagîhinê cih ji xwe re vediqetîne. Ew her demî ya ku mirov nagîhinê ji xwe re hildibîjêre. Bedew e, nazenîn e, lê heyf mixabin a mirov nagîhinê, cihê welê de rahê xwe berdide mirov, lê sosret dimîne. Ji bo xwegihandina wê, dibe ku mirov mirinê jî bide ber çavê xwe, evîna herî xweş a ku bi zehmet e. Ger tu hez ji jiyana ku li ser baskê perperikê ya ku li ba dibe yanî hez ji temeşekirina vê bikî jî, tu xwediyê jiyaneke rabûn û ketinê û xwediyê temaşekirina asoya bûyî. Dawiya her tiştî heye, dibe ku dawî li vê jî werê. Dema ji te qutbûnê hat biçûka min bi xatirê te. | |||