| Menû |
|---|
| Şehîdên me |
| Albûma Şehîdan |
| Kunyeya Şehîdan |
| Dîmenên Şehîdan*Nû |
| Wêneyên Şehîdan*Nû |
|
KUNYEYÊN ŞEHÎDÊN 2007 |
|---|
Di kesayeta van hevalan de mirov dikarê vê pir zelal bibîne ku PKK temsîla gelê ku li azadiya xwe digerin dike. Di PKKê de xwe dîtin nirxên mirovatiye ye, azadiya gelê kurd azadiya xwe dibînin. Bi derketina PKKê re ev hevalên me yê nemir, bi giyanek berpirsiyarî tevlî tekoşîna rizgariya gelê Kurd dibin, berpirsiyariyê xwe li hember dîrok û mirovatiyê pêktin in. Tevlîbûna heval Ronahî Alman jî ji tekoşîna gelê kurd re nirxekî dîrokî û pîroz e. Li hemberî pergala paşverû ya serdest vê yekê bi lêvdikir pergala Ewropa ya ku xwe bi huqukê dide naskirin dibê “em mafê mirovan diparêzin” bi hezaran mirov tên kuştin, gund têne talankirin û şawitandin li hemberî van bê dengin ev yek jî nerastiyê pergalê derdixîne holê”. Di kesayeta xwe de pergalên heyî parçe dike. Tevlibûna heval Ronahî ji Ewropa, ji bo na tevahî gelan jî şiyarbûnek e. Mirovên ku li ser vê axa pîroz bi xeyalên Ewropa tên xapendin û ji bo xwe ra rêya azadiyê dibînin û direvin diçin re jî bersivek e. Heval Ronahî bi piratîka xwe vê yekê bi lêvdikê “dar li ser koka xwe şîntê, mirovatî jî li ser vê axê destpêkir wê azadi jî li ser vê axê were afirandin.” Pir kesên ku ji Rojava berê xwe dane Rojhilat di bingehê xwe de vê îfade dikin li kokê xwe yê mirovatiyê gerandin e. Tevî ku rewşa Kurdîstanê bi gelamperî dizanibû, zor û zehmetiyê heyî birçîbûna heyî, lê bi îda û vînekî xurt tevlîbûna xwe dide çêkirin. Heval Ronahî demê tê qada(saha) Serkotiyê bi xwestekê xwe û dayatmayê xwe tê welat bi pilanekî mezin tê welat. Bi xeyalê ku li ser gerîla romanekî binivîse berê xwe dide welat. Heval Ronahî demê tê welat tiştê wê yê herî balkêş bi xwezayê re yekbûnek gelek mezin dide çêkirin, mirov dibê qey bi salan li van çiyan jiyankiribû. Tiştê wê yê balkêş bi rabûna sibê re bi derketina tîrêjê rojê re bi ketina xunava ser belan, bi vebûna kulîlkan, bi çîk çîka çûkan re bi herîkîna ava zapê re heval Ronahî radibi û her sibe bi dil xweşikiyeke mezin dest warzîşa xwe ya cimlastîk a ku bi salan zaroktiya xwe de dikir. Heval Ronahî gelekî ji zimanê Kurdî hezdikir û hevalê ku bi salan di nava rêxistinê de û fêrî kurdî nedibûn wana rexne dikir. Ew ê bi xwe jî di demek pir kurt de xwe fêrî zimanê kurdî kir. Heval Ronahî bi dayatmayê pir mezin hatibû Botanê rexmî ku serokatî nepejirandi bû. Wê dixwast bi xeyalên xwe yekbûnê çêbike, li Botanê dest bi romana xwe bike. Du lênûs dagirti bû. Ji bo destpêka romana xwe amadekarî dikir, jiyana gerîla ji bo heval Ronahî tiştek pir xweşik bû. Heval Ronahî digot ku “mirov di gerîla de rojane ew rihê komkênar ê bi hevre jiyandike, bê hevdî gulpek av venaxwe, pariyek nan naxwê, gerîlatî bixwe nirxê jiyanek komîna re.” Lê belê di sala 98 de dijmin bi şêwazekî pir sosret bi ser Botanê de dihat. Hevalên li Botanê di van salan de nedikarin nefes bigirtana, roj nebûn ku em û dijmin di nava pevçûn an jî rû bi rû nehatibûna. Heval Ronahî demê hete Botanê bi van rastiya re gelekî rû bi rû ma vê dihişt ku rastiya dijmin hîn nêzîk de fêmbike, lê bi qendî wê jî kîn û nefreta wê jî li hember dijmin çêdibû. Di pêvçûna dawîde em bi hevre bûn. Di vê pêvçûnêde wek hevaleka me ya Alman me dixwast wê biparêzin, vê yekê ti cara ji bo xwe nedipejirand dixwast ew jî weke hemû hevalên xwe di navde cih bigre. Di wê pêvçûnê de heval Agirî fermandarê me bû. Ew heval nû ji qada serokatî hetibû. Hîn şekrokê ku li wir anîbû pêre hebûn dema da hevalan, heval Ronahî got “îda ez namirim ger ez bimrim jî pir bi wateye,” mirov dikere di wê de vê yekê bibî ne ku di tiştê pir piçûk de jî girêdana wê bi Rêber Apo re. Dibe ku ji bo geleka tiştek bê wate be, lê ji bo heval Ronahî weke nirxekî bû. Ew pevçûn gelek mezin bû ji yekîna me gelek heval şehîd ketin. Ji ber xilasbûna a alavê me û dijmin gelek teknîk da bi karanîn ji ber vê yekê jî gelek hevalê me dîl hatin girtin. Yek ji van jî heval Ronahî bû. Heval Ronahî li wê derê ji bo xwe teslîmkarî bi ti awayî neperjirand bi wehşiyetekî pir mezin hete qetilkirin. Lewre ew qêrînê heval Ronahî, ew qêrînê azadî, qêrînê xwedavendê me yê li ser vê axê jiyankirî, çarekî dî di kesayeta heval Ronahî li ser vê axê hetin zindîkirin. Di kesayeta heval Ronahî de em jî wan hevalên ku di wê yekînê de jiyana xwe ji dest dane bi bîrtînin û em ê xwedî li nirxên wan derkevin. | |||