|
BRAHÎMÊ
ZER - RAMAZAN TOPTAŞ |
Fermandarê li ser dilan hatiye neqişandin

Rêheval Îbrahîm; ew
qasî ku çavên te kûr in, ji bona ku dîrok û serpêhatiyên ku te di 25
salan de jîn kir fêm bikim, daqul dibim û her carê ez di hundirê wan
de, biriqandinên giravan hîs dikim. Bêhna giravan ji te difûriya. Ji
ber ku tu her dem bi rojê re sadiq mayî û te tu carî hêviyên vî gelî
û şehîdan li erdê nehîşte û tu bi jiyan û felsefeya xwe, bûyî
rênîşanderê nifşên li pey xwe.
Şoreşgerî qedîm û hevalê rojê, rêheval Îbrahîm. Ji bona min, nasîna
we, hesteke pîroz û ezmûneke ku ezê tu carî ji bîr nekin bû. Te
bênavber bi Roja giravan re rêhevaltiyeke tam kir û tu bûyî hogirek
ji dil. Ev pratîka te her tiştî diselmîne. Bi nasîna te, min nirxên
rêhevaltiyê û wateya têkoşîn û jiyanê fêm kir. Ew ezmûn û bîranînên
we yên ku mîna zeryanan bûn û bixwe dîroka vê tevgerê bûn. Hezar
xwezî min zêdetir sûdwerbigirta. Lê min ji ku bizanibûna, tu yê bi
îxaneteke bêwext ji nav me koç bikî û bi rûyekî ken tevlî karwana
pakrewanan bibî.
Li pey te girî digirîn rêheval Îbrahîm. Ji ber ku we li van çiyayan
jîna ku nemabû seridande, we evînên baskokirî ji nû ve da jiyandin û
we hêviyên pêşerojê yên berxwedaniyê bi me da tamijandin. Ma hindik
e, ta ji 78’an heta roja îroyîn, bi evîneke mezin û ku nedihejiya bi
dozê re girêdan. Ma hindek e, di her qada şer pêşengîkirin û di her
bihostek vê axa pîroz gerîlatî kirin.
Her ku tu tê hişê min, li ber çavên min, fermandarê pîroz û mezin
Egîd, bi bişirînekê şûna te digire. Ji ber ku te bi têkoşîna xwe,
fermandariya egîd di nava rêxistinê de, da jiyandin. Ma ne tu bûyî,
piştî pêngava guleya yekem a 15’ê Tebaxê, bi fermandar Egîd re li
Botanê, ji bona ku berdewamiya û domdariya vê pêngavê bikî û
veguhezînî xetê, çi ket ser milê te, te anî cî. Ma belasebe hevalan
ji te re digotin hevalê Zehmetkêş. Te bi baweriyeke mezin, bi vîn û
îradeyeke ku tu carî naheje, di dîroka şerê azadiyê de, bi
serkeftinên xwe mohra xwe li dîrokê xist.
Hevalê Îbrahîm; bila bigirîn ew çiyayên qedîm piştî çûyîna te; bila
bigirîn deşt, çiya, dol û zozanên Kurdistanê ku bûne şahidê
mêrxasiya te û mirovperweriya te. Ma wisa hêsan e, pejinrandina vê
yekê.
Li hemberî vê yekê dilê min li ber teqawitbûne ye...
Vê mehê meheke sor e, bi rengê xwînê ya ku ala mirovantiyê û
sosyalîzmê rengê xwe jê girtiye. Ne pêjeroj dihêle ku em dûr bikevin
û ne jî paşeroj dihêle em ji hev dûr bimînin. Vê mehê ji mehan kesk
e,ji ber ku te bi tîrêjên xwe yên hêviyê, beyarên ku rengezer bûbûn
hêşîn kir. Vê mehê meheke spî ye û em bi hêrsa di nava dilê xwe de
hemû şembelîlk û berfên li quntarên Kurojahro dihelînin, ku ev çiya
bûn şahidê vê berxwedanî û trajediyê.
Çokên min dilerizin û çiyayê govendê zêmaran dibarînin. Te dilê xwe
di nava çiyayên azadiyê de kêlî bi kêlî û gav bi gav veşart.
Rêheval Îbrahîm, qet xeman nexwe, waye zarokên rojê û êgir, kefle bi
kefle li pey vî dilî ne û ewê bîranînên te, bidin jiyandin.
Oxir be Fermandarê min!