|
BÊRÎVAN
AMÛDÊ-(FAHRİYE BAYRAM) |
Berîvan,
nasnameya jinê bû
Çend
sal an jî çend dem û çend meh… Mirov dema ku dihizire nikare vê yekê
bersiv bide. Zarokên wê demê niha mezin bû ne. Ciwanên wê demê niha
gîhaştine temenê xwe yê mezin. Çimkî pir dem û pir sal derbas bû. Lê
weke kû niha rêhevalê xwe me hûnda kir. Weke ku rêhevalê me nû ji me
xatir xwest. Weke ku hevala Berîvan niha vê demê ji me qût bû ye.
Dengê wê, gotinên wê û ramanê wê hê jî em dibihîsin. Çimkî rêhevalên
wê tucar hevaltiya Berîvan qut nebûn, di jiyan û ramanê her lehengê
de dijiya heval Berîvan û diherikiya di nava jiyana azad de.
Ew, xaka ku çanda Zenûbya lê tovên xwe
reşandiye de hatibû dinê. Li ser vê xakê Zenûbya jî li hemberî,
zihniyeta zilam ku haveyna xwe ji rahîbên sûmeran girtine derket û
li hember vê yekê, Zenûbya ji hêla qralê wê demê ve bi dewlemendiyên
welatê wê ji zendê wê ve tê qeydkirin. Zenûbya li hember vê yekê
serî danayne û ew qas evîndarê azadiya xwe ye, nahêle ku ji hêla
qral ve bê kuştin û ew bixwe dawî li jiyana xwe tîne. Vaye Bêrîvan
jî ji heman çandê tê û vê çanda xwedawendiyê di her kêliya jiyan û
pratîka xwe de nîşan da. Gelek peyrewên Zenûbyayê xwestin vê qeydê
bişkînin, lê Bêrîvan bi xwestinê wêdetir, van qeydan perçe perçe
kir.
Rêheval Berîvan berî beşdarî rêxistinê bibe, zanîngehê dixwîne.
Lêgerînê wê di milê netewî û zayendî, di pêvajoya dibistanê de
dertên pêş. Dema bi sîstema feodalî re rû bi rû dimîne û bi
naqoqiyên ku hem milê raman û jiyanê de dijî ve, dixwaze beşdarî
rafê PKK’ê bibe. Dema ku dixwaze beşdarî tevgera azadiyê bibe, ji
milê malbatê ve pir pirsgirêk derdikevin. Hevala Bêrîvan digirin û
bi hefteyan zincîran girêdidên û nahêlên tevbigere û ji malê derê.
Li hember vê helwesta malbata xwe hevala Bêrîvan, dikeve nava
berxwedaniyê. Malbat ji bo ku heval Berîvan ji evîna dozê vegerînin,
gelek rêbazan bikartînin. Li hember vê yekê, heval Bêrîvan hefteyekê
dikeve greva birçîbûnê. Piştî ku vê çalakiyê lidar dixe, malbat jê
re dibêje; “Emê te berdin, lê tu beşdarî partiyê nebî” lewra hevala
Bêrîvan di firsenda yekemîn de, bi rengekî lezgînî xwe ji dîwarê pêş
malê -her çiqas ev dîwar bilind be jî- diavêje û beşdarî refên
gerîla dibe.
Bi gav avêtina yekem de diçe akademiya Serokatî. Wê demê serokatî li
hember vê rewşê, helwest heval Berîvan dinirxîne. “Dema her keçeke
kurd beşdarî me dibe, zincîrên koledariyê carekê diqetîne. Lê hevala
Bêrîvan gelek caran ev qetandiye.” Li ser vê yekê Serokatî hevala
Berîvan digire li gel xwe û ji nêz ve pê re mijûl dibe. Ji bo wê
serokatî ev digot: “Sekna wê, sekna xwedewenda ye” Ji ber ku hevala
Bêrîvan hem di warê fikrî de hem jî di warê fizîkî de, balê dikişand
ser xwe. Xweşikbûna wê ya di milê raman û fîzîkî de û hewlên wê yên
di nav jiyanê de, bi taybet di têkiliyên xwe yên hevaltiyê de
cewaziyeke balkeş derdixist holê û hebûna xwe ji her hevalê re nîşan
dida. Hevala Bêrîvan di nava keziyên xwe de, gelek nepeniyan
diveşart û bi vê sekna xwe, cewhera xwedewendiyê jê difûriya. Hevala
Bêrîvan van xweşikbûnên xwe bi awayekî edebî direşand ser rêpelan û
helbestên ku dinivîsan, hem ji hevalên xwe re hem jî ji serokatî re
bi rê dikir.
Hevala Bêrîvan di akademiyê de, yekem car di nava komên keç ên ciyê
lêhûrbûnê de ciyê xwe girt. Serokatî dema ku ev taybetmendiyê wê
dibîne, di nêz de dixwaze bi wê ve mijûl bibe û di kesayetiya wê de,
hem di milên bîrdozî hem jî milên leşkerî de wekî fermandareke
pêşeng derbixwe pêş. Ji bo wê di bi her awahî dixwest ku heval
Berîvan amade dike.
Hevala
Bêrîvan li hemberî pergala ku lê jiyan kiriye û zoriyên ku rû bi bû
hatiye jî, bi hezkirineke mezin berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Dema
ku hevala Bêrîvan gava xwe diavêje çiyayên bedew û destê xwe dirêjê
bedewiya çiya dike, bi azwerî û hesreta dilê xwe ve beşdarî xebatan
bû. Her çiqas ji malbateke bûrjûvaziya biçûk hatibe jî, ev rastî ji
bo wê nebû kelemek ku di şert û mercên çiya de zehmetî bikşîne. Di
demeke kurt de tevlî jiyana hevalan dibe û bi tevlîbûna xwe ve gelek
erkan digire li ser milên xwe û di hemûyan de jî serkeftinê digire
dest. Ji ber vê yekê di nava hevalan de pir tê heskirin. Bi hatina
welat re jî serokatî vê yekê digot; “Ew keçeke cuda ye û di vê di
qada pratîkê peywir bigire. Di wê de gelek cewherê mezin hene.” Ji
ber sekna wê ya bi heybet û otorîter, hem ji hêla hevalên keç û hem
jî ji hêla hevalên xort ve sekna wê bingeh dihate girtin. Ji hêla
hemû hevalan ve weke mînak dihat nîşandan. Li ser vê bingehê ku li
Botanê fermandariya yekîniyê girte ser milên xwe û bi serkeftî vê
peywira xwe birêve bir.
Ew mîna xwedawendekê bû. Dema ku hevala Bêrîvan şehîd ket, Serokatî
ji bona wê û hevalên ku bi wê re şehîd ketibûn digot; “Wan destana
Mem û Zînê, li Botanê ji nû ve vejandin. Wan vê destanê piştî sedan
salan şûn ve, ji evîna di navbera du kesan derxistin û kirin evîna
xaka pîroz” Wê demê ji bo heval Berîvan careke din were akademiyê
Serokatî bangî wê kiribû. Careke din çûyîna li gel serokatî û dîtina
serokatî, coşeke mêzin dabû wê. Piştî ew qas salan dîtina serokatiyê,
mizginiya herî mezin bû ji bona wê.
Di wê demê de, li Botanê dijmin operasyonên berfireh lidar xisti bû.
Ji ber operasyonan wê derfet nedît ku biçe serokatî bibîne. Belê,
rastiya têkoşîna me ye, ev mizgîniya hevala Bêrîvan jî negihîşt
miradê xwe. Meha nîsanê bû, li her derî mij û moran bû. Di vî şerî
de hevala Bêrîvan di rêza pêş de hemû hûnerên xwe yên şer nîşan da.
Li hember van êrîşên dijmin, wê hêrsa hezaran salan li guleyan bar
dikir û di ser dijmin de direşand. Di navbera Pîro û Herekol de,
dîrok ji nû ve dihate nivîsandin. Piştî şehadeta Zelal û Agirî, êdî
hevala Bêrîvan bi giradaniya hevaltiyê û soza serkeftinê, bê ku xwe
ji ber guleyên dijmin bide alî, rasterast di eniyê de bi dijmin re
kete cengê.
Ev cengeke jinê a ji bo tol girtinê bû. Ev ceng weke dîlaneke ku her
kes tê de dilîst bû. Ev cenga afirandina jina azad bû û nîşandana
şerê berxwedaniya jinê bû. Kî digot jin bê hêz e an go jin nikare
şer bike! Bersiva şerkirina û şerkertiya jinê a ku di hinava çiya de
hatî honandin bû. Dema dîlan destpê kir û serî bi jinê ve hat
kişandin, tu kes nikari bû pêşiya wê bigire.
Belê bi çend gotinan Bêrîvan nayê ziman, bes ew bi şehadeta xwe bûn
destanek ku wê tu caran neyên jibîrkirinê.