|
|
YÊN DAWÎN KU HATINE BARKIRINÊ |
|---|
|
|
|
KUNYEYÊN ŞEHÎDÊN 2008 |
|---|
|
KUNYEYÊN ŞEHÎDÊN 2007 |
|---|
|
KUNYEYÊN ŞEHÎDÊN 2006 |
|---|
|
KUNYEYÊN ŞEHÎDÊN 2005 |
|---|
|
KUNYEYÊN ŞEHÎDÊN 2004 |
|---|
|
KUNYEYÊN ŞEHÎDÊN 2003 |
|---|
Malpera Dildarên Şehîdan
|
JI BONA XEMGÎN AMED (ZAHİT ÖZDEMİR) |
|---|
|
|
Kedkarê Azadiyê
Ez
nizanim ji ber çi sedemê û çawa navê xwe kiribû Xemgîn. Lê min
baş dît ku ew xwedî kesayeteke berovajiyê navê xwe bû. Ne Xemgîn,
rûken û tim bi moral bû. Ew merivekî rûken, bi henek, zîrek û
kedkar bû.Di havîneke germ a çiyayê Licê de min ew dît. Xemgîn
gerîleyekî paqij û lihevhatî bû. Bi kincên gerîla, pêlav û çeka
xwe ya sipehî bala her kesî dikişand ser xwe. Xemgîn bêhtir karê
nava gel dimeşand. Erzaq, kinc û cebilxane peyda dikir. Ew bi
xwe ji navçeya Amedê Farqînê bû. Loma salên dirêj li Eyaleta
Amedê mabû. Têkiliyên wî bi gel re pir baş bûn.
|
zêdetir... |
|
JI BONA BÎRANÎNA ŞEHÎD XELÎL DAĞ |
|---|
|
|
XWEŞIKBÛNA RAZA ÇIYA!
Di
bihareke rengîn a ku starta meşa azadiyê ya gerîla da
destpêkirin de, ku her diçe em ber bi fînala azadiyê ve diçin,
bi bihîstina şehadeta cangorî û rêhevalên xwe, dil xwe ranagire
û şewateke sotîner dil û hinavên mirov diperitîne. Her yek ji
wan şitlek, her yek ji wan biharek, her yek ji wan jiyanek, her
yek ji wan vejînek û her yek ji wan abîdeyên lehengiyê. Bi her
xurîcîna stêrkek azadiyê ku beşdarî karwana şehîdan dibin re,
stêrkek jî di şaneyên dilê me de dixurice û çîkên bêtarîf
diafrîne. Her çîkek di dil de, girêdana bi wan re zexmtir dike û
meşa me ya azadiyê, meşa me ya jiyaneke bi rûmet û di meşa me ya
ji nû ve nirxên mirovantiyê vejînkirinê de riya me ronî û zelal
dike. Hele hele ku van hevalan tu nas bikî, bi wan re
parvekirinên te çêbûbin û berî ku dest bi meşa azadiyê bikin, bi
hêviya hevdîtinekê tu wan bi peyva “serkeftin” rê bikî!
|
zêdetir... |
|
JI BONA BÎRANÎNA ŞEHÎD SARYA DENÎZ |
|---|
|
|
Nazenîna Çiyayê Metîna
Ji
bo xeyalkirina hin tiştan, divê pir ne hêsan be. Ji ber ku
tevahî tiştên ku tu jiyan dikî, bi demê re tevlî maziyê dibe,
mîna dîmenên rengên xwe winda kirî. Di hindek deman de jî jê
diçin û tenê di hizirandinan de hûnadinên reş û spî dimînin.
Belê ev e, îro tiştê ku ez jiyan dikim. Ji van tevan cudatir di
hizrên min de dimenên ku reş û spî tê reng da wan. Dibe ku ez bi
hizrandin û xiyalkirin bi te re, wan rengan didim jiyandin. Ji
ber ku tevahî biranînê min ê xweş bi te re hatin derbaskirin… Di
demê xwe yê herî zor û zehmet de jî, ez bi hebûna te dihisiyam.
Min di tenêbûna xwe de hesin diavêt û di xewa hêviyê de bi te re
diketim rê. Biçûka min, min ew qas bêriya te kiriye ku ez
nikarim bi lêv bikim. Ez ji te re dibêjim biçûka min, ji ber ku
tu biçûka min bûyî.
|
zêdetir... |
|
JI BONA BÎRANÎNA ŞEHÎD TÊKOŞÎN |
|---|
|
|
Keça Warên Agîdan; Têkoşîn

Vê carê tu navnîşana pirtuka min ya ku nehatiye nivîsandın. Hevala mın Têkoşîn, delalê lı ber dılê min… Ji nav dilê xwe yê bi êş, jı te re dinivisînim. Nameyek ji mizgîniyê ji nava dilê çiyayên ku azadî dibirqe û mezin dike dişînim. Ez li te digerim, dixwazim bêhna porê te bikim, dengê te yê zelal bibihîzim. Dengê te yê ku mirovan dixwe nav xeyalên kur. Keça ware azad Têkoşîn; te dı bîra xwe de tînim, di hizrandinên xwe de xeyalan dikim û sûretê te yê ruken tînim li ber çavên xwe. Dema dibihîzim nave te yê bedew, diherikim berbi warên azad Botanê. Kulîlka li ber çeman, nergîza lı ber kaniya êdî Bese… Ma heta kîjan dem tu bikişînî derd û xeman, heta kîjan demê bikişînî xem û kulan. Ka sere xwe rake û hewirdorê xwe bimeyzîne, dar û daristan hewirdorê te dorpeç kirine, demsal bûye payiz li Gabar bûye zivistan, her der bûye berf û baran.
|
zêdetir... |
|
JI BONA BÎRANÎNA ŞEHÎD RONAHÎ |
|---|
|
|
Dilê wê li çiyê, berê wê li Rojê bû
Ji
bona meha cotmehê li Botanê vegerandin, vegarandina li giyana
xwe ye. Dema em li Botanê dinêrin, em li wê derê li dîroka xwe
ya jin dinêrin, weke eynikekî derdekeve pêşberî me. Li ser vê
axa pîroz ên ku landika mirovahiyê hejandî û li ber wê dest bi
loroandina jiyanbûnek nû kir jin bû. Jinê ji bedana xwe
mirovatiyê divê axa de afirand, di hembêza xwe de bi keda xwe ya
mezin mirovatî mezinkir, li dora xwe civakbûn afirand. Jinê li
ser vê axa çira zanistî, demokrasî pêxist û ji bo mirovatî
pêşenktî kir. Bi hezara salan li berxwe da, gelek nirxên
giranbuha afiran. Piştî tekoşînek dem dirêj li hemberî pergala
desthilat a bi derewan û bi komployan dihat sazkirin, jinê bi
nirxên xwe yên durist, dilpak û bi hezkirana xwe ya mirovatî
nikari bi serxîn e. Lê di dilê xwe de tiştê xweş nepand(veşart)
û parast, pişta xwe nedan van nirxan û di dil, mêjiyê xwe de
veşartin. Bi bêdengiyekî her roj de jiyandikirin, di tariya şevê
de li benda derketina ronahiyê bûn. Bi derketina PKKê re ev
Ronahî hîn pitir hat fêmkirin û pejirandin, bi tevahî nirxên li
ser vê axa çêbûn bi tekoşînek mezin bi destxîn in.
|
zêdetir... |
|
JI BONA BÎRANÎNA ŞEHÎD ROTÎNDA Û KURDÊ |
|---|
|
|
Gelo mirov dema dibe agir çawa ye?
Gelo
tu kes dikare rewşa agir vegotin bike, gelo tu kes dikare wêneyê
agir bi heman rengê xêz bike, gelo tu kes dikare wateya agirê
azadiyê bilêv bike. Gelo mirov dema dibe agir çawa ye? An jî
agir û mirov çawa ewqas dibe yek û dibe sembola azadiyê. Gelo
kes dikare hestê bedenên agir bike pênûs. Min pir cara xwest vê
vegotin bikim an jî bi pênûsa xwe binîvisînim. Lewre min nekarî
vê bedewiyê binîvisînim. Ji bo wê tu kes nikare reng û wêneyê
agir xêz bike. Pir rêhevalên me vê rastiyê bi awayeke zindî
jiyan kirin. Bi vê ve agir bû mirov, bû gel, bû dîrok û bû
hestên bedew ên jin. Pir rêhevalên me hebû, yek bi yek rengê
agir pêşberî me kirin. Ji me re gotin “werin agir mirov e, agir
sembola giyana me ye, werin agir hemêz bikin” lewre tu kes
nedikarî rastiya agir, xeyal bike an jî wê hemêz bike. Çûnkî her
mirov nikare bi agir ve bibe yek. Nikare wê hemêz bike, weke
dayîk weke heval. Lewre mirovên dilşad vê pêkanîn û ji hemû
cîhanê re da nîşandan.
|
zêdetir... |
|
Senfoniya stêrkan! |
|---|

Pêşkêşî hunermenda leheng ''Delîla''
û hemû hunermendên şehîd...
dîsa asîmanê welatê min stêrkek
din girte hembêza xwe...
stêrkek ji dilê Ameda birîndar...
îşev semfoniya stêrkane li asîmanê welatê min...
dê ka were stêrka min, berî çûyîna xwe ji min re qala çiyayan
bike
qala welatê min, qala mirin û nemirine...
|
zêdetir... |
|
JI BONA BÎRANÎNA ŞEHÎDÊN QILABANÊ |
|---|
|
|
Dilê min întihar dike
Li
ber pencereya dilê xwe rûniştime. Li derveyî xwe dinêrim: Pîvok
şîn bûne. Bihar di kamlana xwe de ye. Lê dilê min bi tirşebayekî
xemgîn re dikeve xirecireke kurtedemî. Ji nişka ve kuleke
nenavkirî tê û li ser dilê min rûdinê. Rihê min dêşe. Dilê min
xwe bi sêdara çavên te ve dadileqîne. Dilê min întihar dike!...
Xwe dikuje. Hingê pîvok hêdî hêdî li bin sîbera sêdarê
diçilmisin...
Of bêbextiya dinyayê of!
Biskên te yên rengçiya li ber hûnebayê biharê dihejin li hinda
sêdarê. Dilê min bi sêdarê ve helawîstiye û xwîn jê diherike ser
axê, ax digirî û ji rondikên axê pîvok serê xwe radikin. Bi
xemgîniyeke sar rondikan dimêjin. Rondik ji cihê kul tên, lewma
ev kulên ku ji dilê min ê daleqandî yê birîndar derdikevin li
rehên pîvokan belav dibin. Ew dinalin. Stûyê wan dikeve ber û
pîvok careke din hêdî hêdî diçilmisin... Dilê min întihar dike
li ber sêdara awirên te.
|
zêdetir... |
|
BÊRÎVAN AMÛDÊ-(FAHRİYE BAYRAM) |
|---|
|
|
Berîvan, nasnameya jinê bû
Çend
sal an jî çend dem û çend meh… Mirov dema ku dihizire nikare vê yekê
bersiv bide. Zarokên wê demê niha mezin bû ne. Ciwanên wê demê niha
gîhaştine temenê xwe yê mezin. Çimkî pir dem û pir sal derbas bû. Lê
weke kû niha rêhevalê xwe me hûnda kir. Weke ku rêhevalê me nû ji me
xatir xwest. Weke ku hevala Berîvan niha vê demê ji me qût bû ye.
Dengê wê, gotinên wê û ramanê wê hê jî em dibihîsin. Çimkî rêhevalên
wê tucar hevaltiya Berîvan qut nebûn, di jiyan û ramanê her lehengê
de dijiya heval Berîvan û diherikiya di nava jiyana azad de.
Ew, xaka ku çanda Zenûbya lê tovên xwe reşandiye de hatibû dinê. Li ser vê xakê Zenûbya jî li hemberî, zihniyeta zilam ku haveyna xwe ji rahîbên sûmeran girtine derket û li hember vê yekê, Zenûbya ji hêla qralê wê demê ve bi dewlemendiyên welatê wê ji zendê wê ve tê qeydkirin.
|
zêdetir... |
|
SERGOVENDÊ AZADIYÊ |
|---|
23 Hezîran 2006/ Li Çelê di lêkdanê de
Heft
can, heft şitlê azadiyê, heft rêhevalên rojê, heyvê û
stêrkan ji nava me koç kirin. Digirîn di nava xwe de
taht, zinar û vê xwezaya qedîm, li van çiyayên azad, li
bihûşta welatê me. Êdî gul jî naxwazin bêhna xwe ji me
re bifûrînin û bilbil dev ji awazên xwe berdane. Pel
hildiweşin di dilê me yê birîndar de, fena her carî. Di
ronahiya tavehîvê de, xwîna sor bi xwêdana eniyan ron
dibe. Di her qebaskirina lat û zinarekî de, wan hêrsa
xwe li guleyan bar kir û li ser sînga dijmin de reşandin.
Dîlan û govenda azadiyê dest pê kir.
Zîlanê bi rûyê xwe yê heyvesor, bû bûka Zagrosê. Ew mîna
gelê xwe penaber bû û di penaberiyê de, dilê xwe kiribû
pola. Vaye Zîlan temeziya kesk û sor û zer hejand.
Tilîlîlî!!!
Tilîlîlî!!!
|
zêdetir... |
DERSİM
(MEDİNE IŞIKLI)
3 Mayıs 2007/ Li Bestayê di lêkdanê de
Şehîd;
di tevahî deman de herikandina bêdeng a azadiyê ye.
Şehîd; raperîna dijberê demê ye, herîkîna azad ê
lehengiyê ye. Di nav xeyal û hêviyên bedew de ketina nav
şereke dijwar e. Şehîd nay bilêvkirin lê tê jiyandin.
Şehîd nasîna jiyaneke azad û lêgerînvanê bedewiyan e.
Şehîd bi biryar û bi bawer dijberî hemû zoriyan şer
kirine. Şehîd navnîşana serkeftinê ye, dengê berxwedana
lehengên bê dawî ye. Şehîd cîroka berxwedana ku tê
jiyandin e. Şehîd rêwîtiya bê dawî û demdirêj e. Şehîd
di nav tarîtiya tund de benda rojê sekinandin û xwe
gihandina rojê ye. Şehîd efsûnêke ku nehatiye nivîsandin,
lê tê jiyan kirine. Di rojên gerîla de gotina dawî
bilêvkirine. Bi biryareke mezinbûna şopvanê lehenga ye.
Çîroka şehîdan lehengiya mezine ya ku her mirov dixwaze
bigîhiye. Bi hêvî û xeyalên xwe ve gihandina Rojê ye
şehîd. Biryarbûn, bawerbûn û azweriya hemû bedewiyane
rastiya şehîdan.
|
zêdetir... |
|
ŞEHÎT SORXWÎN CIWANA MUNZUR |
|---|
GULA NÎSANÊ
Werin
em bi hev re bibihîzin çîrok û efsaneya jiyana azad. Hûn
guhdar bikin ez jî bêjim. Lê lê nebarînin rondikên
çavan, belê bi nivîsandin navên wan di hemû dîlan, gotin
û wêjeyan de. Dema ez navê wan bilêv dikim tevzînok li
dil û mejiyê min de çêdibe. Dem disekine, xwîn disekine..
wê çawa ji bîra min biçe.
Şehîdên welatê min, wê çawa ji bîra min biçin. Li ser
her zinarekî şopên dilopên xwîna wan heye, li ser her rê
de şopa lingê lehengên bêdawî heye. Hê jî her tişt li
ber çavê min in. Li ber her kevirekî perçeyên laşên wan
dibînim. Ji bîra min naçe, her tişt li ber çavê min de
derbas dibe. Çiqas dem derbas bû ez nizanim, lê hê jî ez
li wan digerim, kenên wan, dengên wan û şopa wan a meşa
azadiyê. Niha di kûrahiya pêlên Hêzil de li wan digerim,
wateya jiyanê û meşa bêhempa de..
|
zêdetir... |
HPG (Hêzên Parastina Gel) Malpera Fermî ye.
Ji hêla
HPG-BÎM'ê ve hatiye sazkirin.
HPG Online © 2003 - 2008 Hemû mafên wê parastî ne.