|
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 1'Ê GULANA 2008'AN |
ENCAMA ŞERÊ LI BEJAHIYA
ÇEWLIKÊ!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
Di 27'ê nîsanê de ji hêla yekîneyên artêşa
tirk a faşîst ve li hember qada Şehîd Mazlûma Dara Hênê ya Çewlikê
operasyon hatibû destpêkirin û di operasyonê de di nav de leşkerê
payebilind jî sê leşker hatibûn kuştin. Di berdewamiya operasyonê de
hêzên gerîlayên me 28'ê nîsanê êvarî saet 6.30'an de êrîş birine ser
yekîneyeke dijmin û di çalakiyê de yek ji wan çawişê pispor bi
tevahî 3 leşker hatine kuştin, 3 cahş û 2 leşker birîndar bûne.
Piştî çalakiyê ji hêla 4 firokeyên kobra ve qad hatiye
bombebarankirin. Heman rojê bi şev saet 1.30'an de di navbera hêzên
gerîlayên me û dijmin de li berwarên Mergê şer qewimiye. Di şer de
der barê windahiyên dijmin de agahî bi dest neketine, bes di şer de
gerîlayên me yên bi navê Şahîn Sêrt (Abdulmenaf Balta) û Çiyazan
Marînos (Faîk Aydin) gihîştine şehadetê.
|
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 2'Ê GULANA 2008'AN |
LI DIJ EYALETA AMEDÊ,
OPERASYONEKE BÊENCAM!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
Di 2'yê gulanê de ji hêla yekîneyên artêşa
tirk ên faşîst ve, li dij qadên Mergê û Xirabê ku girêdayê Koy Spî
ya Amedê ne, operasyon hatiye lidar xistin. Hezên dijmin ku li qadê
lêgerîn kirine, ber bi êvarî xwe bi paş ve vekişandine.
|
NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê |
|
|
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 4'Ê GULANA 2008'AN |
LI ÇIYAYÊ AGIRÎ
OPERASYON!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
Di 2'yê gulanê de ji hêla yekîneyên artêşa
faşîst a tirk ve li hember qadên Kirê Qerargah û Kirê Elî operasyon
hatiye lidar xistin û di 3'yê gulanê de jî bêyî ku encamek bigirin
xwe ji qadan vekişandine.
|
NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê |
|
|
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 5'Ê GULANA 2008'AN |
LI BESTAYÊ ÇALAKÎ: 2
LEŞKER HATIN KUŞTIN 3 LEŞKER JÎ BIRÎNDAR!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
Di 29'ê nîsanê de ji hêla yekîneyên leşkerên
artêşa tirk ve li hember Girê Misto ku li qada Bestayê ye, operasyon
hatiye lidar xistin. Li hember operasyonê, hêzên gerîlayên me li
hember yekîneyek dijmin çalakî lidar xistine û di çalakiyê de 2
leşker hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê
dijmin mirî û birîndarên xwe firokeyan rakirine.
|
NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê |
|
|
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 6'Ê GULANA 2008'AN |
ARTÊŞA TIRK Û ÎRANÎ LI
ESENDEREYA COLEMÊRGÊ OPERASYON LIDAR XISTIN!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
1- Di 2'yê gulanê de ji hêla yekîneyên artêşa
tirk a faşîst ve li hember qada Esendere ku girêdayî Colemêrgê ye
operasyon li dar ketiye û heman rojê bi paş ve vekişiyaye. Dîsa 4'ê
mehê de artêşa îranî û cahş jî li heman qadê operasyon li dar
xistine û heman rojê bi paş ve vekişiyane.
|
|
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 7'Ê GULANA 2008'AN |
LI QERSÊ TANQEK LÊDAN
XWAR Û 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
Di 22'yê nîsanê de ji hêla yekîneyên artêşa
faşîst a tirk ve li qada Çemçê ya Qersê operasyon destpêkiriye û
heman rojê bi paş ve vekişiyaye. Dîsa di 24'ê nîsanê de ji hêla
yekîneyên artêşa tirk a faşîst ve li qadên Manavas û Tirpeneka
Kaxizmana Qersê operasyon li dar ketiye û di vê operasyonê de hêzên
gerîlayên me tanqek û çeperek bi B-7'an û bi çekên ferdî hedef
girtine û di çalakiyan de tanqek lêdan xwariye û 2 leşker hatine
kuştin.
|
NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê |
|
|
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 8'Ê GULANA 2008'AN |
LI BEJAHIYA ÇEWLIKÊ
ENDAMÊ JÎTEM'Ê SERKAN COMERT HATE
KUŞTIN!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
1- Di 2'yê gulanê de ji hêla yekîneyên artêşa faşîst a tirk ve li
hember navçeya Kixi ku girêdayî Çewlikê ye operasyon hatiye
destpêkirin. Di operasyonê de hêzên gerîlayên me li hember hêzên
dijmin çalakî li dar xistine û di çalakiyê de leşkerek û endamê
JÎTEM'ê Serkan Comert hatine kuştin.
|
|
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 9'Ê GULANA 2008'AN |
LI PATNOSÊ LI HEMBER
QEREQOLA POLÊSAN ÇALAKÎ!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
Di 3'yê gulanê de ji hêla hêzên gerîlayên me
ve qereqola polêsan a ku li navenda bajêr a Patnosê ye çalakî hatiye
lidar xistin. Piştî çalakiyê bi armanca piştgiriyê ji Tûgaya Patnosê
leşker mûdaxale kirine û şerekî demkurt tê jiyandin. Di çalakî û şer
de windahiyên dijmin çêbûne, bes agahiyeke zelal neketiye dest me.
Wekî din yekîneyên artêşa tirk a faşîst di 4'ê gulanê de di navbera
Patnos-Tûtakê operasyoneke ku hê jî didome dane destpêkirinê.
|
Navenda Ragihandin Çapemeniyê ya HPG'ê |
|
|
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 10'Ê GULANA 2008'AN |
LI BEJAHIYA ADAKLIYA
ÇEWLIKÊ GERÎLAYÊN ME KEMÎN AVÊTIN!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
1- Di 9'ê gulanê de li bejahiya navçeya
Adakliya Çewlikê, hêzên gerîlayên me li hember yekîneyeke dijmin,
berî nîvroj saat di 10.10'an de çalakiyeke kemînî li dar xistine. Di
çalakyê de maşîneke leşkerî bi tevahî hatiye rûxandin û di yek ji
wan astsûbay bi tevahî 5 leşker hatine kuştin û 3 ji wan giran bi
tevahî 7 leşker birîndar bûne. Piştî çalakiyê dijmin mirî û
birîndarên xwe bi firokeyan rakirina Nexweşxaneya Leşkerî ya Elezîzê.
Hêzên gerîlayên me bêyî ku windahî bidin, bi awayekî bi ewle xwe
gihandine yekîneyên xwe.
|
|
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 10'Ê GULANA 2008'AN |
JI HPG'Ê JI
SERFERMANDAR Û SEROKOMARÊ TIRK RE
SÛPRÎZA BEZELÊ !
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
Di 9'ê gulanê de ji hêla hêzên gerîlayên me ve
ji bona bîranîna şehîdên biharê û ji bona Endamê Konseya Leşkerî ya
HPG'ê Adil Amed, li hember qereqola Bezelê ku li qada Gerdiyaya
Zagrosê ye çalakî hatiye lidar xistin û di çalakiya serdeavêtina
qereqolê de beşek mezin qereqol hatiye rûxandin û gelek leşker
hatine kuştin. Piştî çalakiyê hêzên gerîlayên me bêyî windahî bidin
xwe bi paş ve vekişandine. Berfirehiya çalakiyê emê piştre bidin
daxuyandin.
|
Navenda Ragihandin Çapemeniyê ya HPG'ê |
|
|
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 11'Ê GULANA 2008'AN |
AGAHIYÊN BERFIREH ÊN
SERDEGIRTINA QEREQOLA BEZELÊ!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
1- Di 8'ê gulanê de ji hêla hêzên
gerîlayên me ve Qereqola Bezelê û derdora wê hatiye dorpêçkirin. Di
9'ê gulanê de jî, ji bona bîranîna şehîdên baharê û Endamê Konseya
Leşkerî yê HPG'ê Adil Amed li hember qereqola Bezelê ku 100 ji wan
qomando bi tevahî 250 leşker lê ne, êvarî saet di 6.30'an de hedef
hatiye girtin û çalakiyeke di salên dawîn da ya herî mezin hatiye
lidar xistin. Di çalakiyê de beşek mezin qereqol ji holê tê rakirin,
4 avahiyên qereqolê, cebilxane û 7 kon şewitîne. Di cebilxaneya ku
şewat girtiye de, heta danê sibeyî teqîn pêk hatine. Wekî din 6
maşînên leşkerî û dozerek jî, ku li hewşa qereqolê bûne jî bi tevahî
ji holê hatine rakirin.
|
berdewamî... |
|
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 12'Ê GULANA 2008'AN |
ARTÊŞA TIRK JI BER
LÊDANÊN XWARÎ, ELETEXMÎNÊ QADAN BOMBEBARAN DIKE!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
Ev du roj in ji hêla balafirên şer ên artêşa faşîst a
tirk ve gundên Begaltê, Bedehê, Herkê, Erdevil, Dıriye,
Mavata, Stûnê û Kiye ku li ser xeta Avaşîn-Basyan'ê ne û
gundên Hopê û Adilbegê ku girêdayî qada Adilbegê ne têne
bombebarankirin. Piştî bombebarîna hewayî, heman qad bi
obûsan hatine lêdan. Di êrîşên hewayî de tu windahiyên
gerîlayên me nîn in.
|
Navenda Ragihandin Çapemeniyê ya HPG'ê |
|
|
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 14'Ê GULANA 2008'AN |
ŞEHÎDÊN ME YÊN BEZELÊ!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
Di
8'ê gulanê de ji hêla hêzên gerîlayên me ve qereqola Bezelê û
derdora we hatibû girtin û roja 9'ê gulanê danê esirî çalakiyeke
serdegirtinê hatibû li dar xistin. Di çalakiyê de 29 leşker hatibûn
kuştin, 6 maşînên leşkerî û 1 dozar hatibû ji holê rakirin, 4
avahiyên qereqolê jî hatibû rûxandin. Di vê çalakiya ku di salên
dawîn de ya herî mezine de, hevalên me yên bi navê Zagros Çavreş
(Deniz Çeker) û Masiro Faraşin (Mecit Timur) bi lehengî şer kirine û
gihîştine şehadetê.
|
|
berdewamî... |
|
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 15'Ê GULANA 2008'AN |
LI HEMBER QADÊN XAKURKÊ
Û XINÊRÊ ÊRÎŞA HEWANAN!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
1- Di navbera 13-14'ê gulanê de ji hêla
yekîneyên artêşa faşîst a tirk û ya îranî ve, li hember qadên
Xakurkê û Xinêrê ku girêdayî Qadên Parastina Medyayê ne, bi awayekî
hevbeş êrîşên hewanan hatiye lidar xistin. Der barê êrîşê agahiyeke
zelal bi dest neketiye, bes di rojên pêş de emê agahiyên berfireh ji
gelê xwe re ragihînin.
|
|
berdewamî... |
|
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 16'Ê GULANA 2008'AN |
LI HEMBER LEŞKERÊN KU
LI QADA KIRÊ KORA IXDIRÊ DERKETINE OPERASYONÊ ÇALAKÎ!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
1-
Di 14'ê gulanê de ji hêla yekîneyên artêşa faşîst a tirk ve li
hember qada Kirê Kor ku girêdayî bajarê Ixdırê ye operasyonek hatiye
lidar xistin. Li hember milekî operasyonê hêzên gerîlayên me danê
êvarî saet di 6.15'an de çalakî li dar xistine û di çalakiyê de 2
leşker hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye. Operasyon di 15'ê
gulanê de bêyî ku encamek bigire bi dawî bûye.
|
|
berdewamî... |
|
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 17'Ê GULANA 2008'AN |
LÊ SÊGOŞEYA SÊRT-ŞÎRVAN-BAYKANÊ
ÇALAKÎ: 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN!
Ji çapemenî û rayagiştî re;
Di 10'ê gulanê de ji hêla yekîneyên faşîst ên
artêşa tirk ve li hember sêgoşeya Sêrt-Şîrvan-Baykanê operasyonek
hatiye destpêkirin. Heman rojê ji hêla hêzên gerîlayên me ve li
hember hêzên dijmin ku li girek bi cî bûne çalakî hatiye lidar
xistin û di çalakiyê de 4 leşker hatine kuştin û leşkerek jî
birîndar bûye. Çalakiya ku tu windahiyên gerîlayên me çênebûne de,
dijmin mirî û birîndarên xwe bi firokeyên skorskyan rakirine û di
14'ê gulanê de jî bi paş ve vekişiyane.
|
|
berdewamî... |
|
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 18'Ê GULANÊ |
GIRÊN SÎNOR ÊN
HEFTANÎNÊ TÊN GIRTINÊ!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
Li hember qadên Kursêkeçê û girê Yildiz ku li
çiyayê Cudî ne, ji hêla yekîneyên artêşa faşîst ên tirk ve
operasyonek hatiye destpêkirin û heman rojê bêyî ku encamek bigirin
bi paş ve vekişiyane. Wekî din di 15'ê gulanê de Deriyê Davetiyê û
Girê Sînek li ser sînorê herêma Heftanêinê ne, ji hêla dijmin ve
hatine girtin.
|
Navenda Ragihandina
HPG'ê |
|
|
|