|
DAXUYANIYÊN FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA HPG'Ê
2008

|
|
DAXUYANIYA FERMANDARIYA BIRYARGEHA
NAVENDÎ YA HPG'Ê |
DER BARÊ ÇALAKIYA LI AMEDÊ DE
DAXUYANÎ!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
Çalakiya ku di 3’yê çile de li taxa Yenîşehîra
Amedê li dar ketiye de, li hemberî maşîneke ku di nav de pîlot û
sûbay jî hene, jî hene dibe ku ji hêla yekîneyeke me ya leşkerî û bi
însiyatîfa xwe hatibe li dar xistin. Der barê vê çalakiyê de
agahiyên zelal hê jî negihîştine biryargeha me. Ku piştî der barê
mijarê de encamên lêkolînan zelal bibin, em didin diyarkirin ku emê
bi rayagiştî re parve bikin.
|
FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA HPG'Ê |
|
|
DANEZANA CIVÎNA KONSEYA LEŞKERÎ YA
HPG'Ê |
LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN BIRYARIYA ME YA
TÊKOŞÎNA BERXWEDANIYÊ GIHÎŞT ASTA HERÎ JOR!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
Wekî
tevger û gel ku di vê pêvajoya dîrokî û qrîtîk de derbas dibin, di
navbera rojên 24-30.12.2007’an de, Civîna Konseya Leşkerî ya
Berfireh a HPG’ê bi beşdariya hemû endamên konseyê li dar ket.
Di civîna ku li dar ketiye de, tespîtên ku ev
pêvajoya ku em tê re dibûhûrin dîrokî ye, bi qasî ku xetereyên cuda
di nav xwe de dihewîne, ew qas jî derfetên serkeftinê çêbûne û ji
bona vê jî ji her demê bêtir derfet bi pêş ketine.
|
|
FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA
HPG'Ê |
DIVÊ CIWANÊN KURD JI REWŞA LEŞKERÊ
DÎL REMEZAN YÛCE ENCAMAN DERXIN Û NEÇIN LEŞKERIYÊ!
Ji gelê me û rayagiştî re;
Di
rojên dawîn de ku pêvajoya darizandina 8 leşkerên ku ji hêla me ve
di pevçûna Oramarê de dîl hatibûn girtin û di vê çarçoveyê nîqaşên
ku têne kirin rastiya dernabirin û têne beravajîkirine.
Qexedebûna li ser çapemeniyê, daxwaza girtina
muxabetê û pêşketinên mîna angaştnameyên 800 rûpelî veguheziye lîncê
û di şexsê 8 leşkerî de li holê ye ku ji bona hemû leşkeran hişyarî
û tehdîdek e. Ji bona bi armanca piştrastkirina van angaştan,
angaştên ku di çapemeniyê de cî digirin, bi tevahî beravajiyê
rastiyê ne.
|
|
DAXUYANIYA FERMANDARIYA BIRYARGEHA
NAVENDÎ YA HPG'Ê |
JI CERDEVANAN RE BANGA DAWÎN:
DI ŞERÊ QIRÊJ Ê KU ARTÊŞA TIRK BIRÊVE DIBE DE KU CÎ BÊ GIRTIN, WÊ BI
TAYBET HEDEF BÊNE GIRTIN!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
Ligel
êrîşên hewayî yên artêşa tirk li hember Qadên Parastina Medya,
amadekariyên operasyona bejahî jî têne kirin.
Dewleta tirk ku hejmara leşkerî yên li başûrê
Kurdistanê zêde dike; di çarçoveya operasyoneke bejahî de hêzên li
Bamernê, Kanîmasî, Amediye û Şeladizê amade dike.
|
|
DAXUYANIYA FERMANDARIYA BIRYARGEHA
NAVENDÎ YA HPG'Ê |
DEWLETA TIRK BI NÛÇEYÊN BEROVAJÎKIRINÊ, HEWL DIDE
HEZÎMETA XWE YA LI ZAPÊ BIVEŞÊRE!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
Di
navbera rojên 20-29’ê sibatê de ji hêla artêşa tirk ve bi piştgiriya
hêzên navneteweyî li qada Zapê ku li Herêmên Parastina Medya ye,
operasyonek li dar ketibû. Di destpêka operasyonê de li hember
berxwedanî û lehengiya gerîlayên me, piştî ku artêşa tirk lêdanên
mezin xwar û kete rewşeke şerpeze, ji neçarî xwe ji qada Zapê
vekişand.
|
|
DAXUYANIYA FERMANDARIYA BIRYARGEHA
NAVENDÎ YA HPG'Ê |
TOLGIRTINA
ŞEHADETÊN DAWÎN, JI BO ME MESELEYEKE RÛMETÊ YE!
Ji gelê me yê welatparêz û ji rayagiştî ya
demokratîk re;
Li
hember berxwedaniya gelê me, ku dewlet û artêşa tirk nikaribûn xwe
ragirin, bi daxwazên dijminane bi ser serokatî, tevgera azadiyê û
gelê me ve çûne, her diçe bi konsepteke tunekirin û tesfiyekirinê bi
awayekî hovane vê bi pêş dixin. Di vê pêvajoyê de, dewlet û artêşa tirk, bêyî
ku tu zagonek nas bike, bi şerekî dij exlaqî hewl dide ku gelê me ji
holê rake û tevgera azadiya gelê kurd tesfiye bike û îradeyîbûna
kurdê azad ji holê rake. Vê yekê wekî armanceke stratejîk dane
pêşiya xwe û îlana şerekî tevahî kirine.
|
|
DAXUYANIYA FERMANDARIYA BIRYARGEHA
NAVENDÎ YA HPG'Ê |
HPG; NAVÊ EGÎDBÛYÎNÊ YE!
Ji gelê me yê welatparêz û rayagiştî re;
Di
têkoşîna azadiya gelê Kurdistan de, dîroka 21-28’an xwedî ciyekî
watedar e. Ji ber vê yekê jî, wekî hefteya lehengiyê tê pîrozkirin.
Agirê Newrozê ku li Zîndana Amedê ji hêla Mazlûm Doxan ve hate
vêxistin, îro veguheziye meşa milyonan. Li kêleka Zîndana Amedê
pîrozkirina Newrozê bi milyonan, gihîştina serkeftinê ya rêheval
Mazlûm Doxan e.
|
|
FERMANDARIYA BIRYARGEHA
NAVENDÎ YA YJA STAR'Ê |
GIRÊDANA RÊHEVAL EGÎD,
BI ARTÊŞBÛNA BÊRÎTANBÛYÎNÊ BERSIV HATE DAYÎN!
Ji gelê welatparêz ê Kurdistan û rayagiştî re;

Li Kurdistanê gavên azadiyê bi ked, fedakarî û
bedelên mezin hatiye afirandin. Hefteya lehengiyê ku bi van bedelan
bi heybet bûye, di têkoşîna azadiyê de rêheval Egîd bûye rêgeha me
ya bingehîn. Bi wesîleya salvegera şehadetê, li hember bîranîna
milîtan û fermandarê mezin rêheval Egîd, wekî hêzên YJA STAR'ê bi
rêzdarê bejna xwe ditewînin û em dixwazin bidin diyarkirin girêdana
bi artêşbûna Bêrîtanbûyînê bersiv hate dayîn.
|
|
FERMANDARIYA BIRYARGEHA
NAVENDÎ YA YJA STAR'Ê |
ÖZGÜR İNSAN RÊBER
APO'YA!
Zamanın
başlangıcından bu güne kadar kendini gerçekleştirerek bağımsız
düşünceleriyle ve duygu yüceliğiyle, yüzyılların ötesini kucaklayan
özgür yürekli ve özgür beyinli özgürlük önderimiz Rêber APO’nun 4
Nisan doğuş gününü kır çiçeklerinin sadeliğindeki sevgimizle,
aramızdaki engellere inat her an onunla yaşayarak kutluyoruz.
|
|
FERMANDARIYA BIRYARGEHA
NAVENDÎ YA HPG'Ê |
PIŞTÎ ŞERÊ LI DERSÎMÊ,
AGAHIYÊN DER BARÊ GERÎLAYÊN ME YÊN KU HÊ JÎ NEGIHÎŞTINE YEKÎNEYÊN
XWE!
Ji gel û çapemeniyê re;
Di 9'ê nîsanê de ji hêla yekîneyên artêşa
faşîst ve li hember bejahiya navçeya Nazîmiyê ku girêdayî Dersîmê
ye, operasyonek hatibû destpêkirin. Di vê operasyonê de di 10'ê
nîsanê de di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşê de şer dijwar
qewimîne. Bes der barê şer de tu agahiyek bi dest me neketiye.
Gerîlayên me yên bi navê FIRAT MUNZUR (KAZIM KIZILDEMÎR), SAVAŞ AMED
(NURETTÎN ER), AZAD SERVET (FUAT TURGAY), DIJWAR EFRÎN (MUHAMMED
YUSUF), SÎPAN URMIYE (MECÎT SEYÎTGEZEN), VEDAT AGÎT (VEDAT SEVER),
ÇIYA ZAFER (BAHADÎN AKDAG), AGIRÎ BERXWEDAN (TAHÎR KOYUN), FARAŞÎN
OZGUR (MELEK ÎLHAN), HÊLÎN ENGÎZEK (MÛNEVER MUHAMMED) û VIYAN NURHAK
(ŞÎRÎN HISEYÎN) beşdarî şer bûne, bes hê jî negihîştine yekîneyên
xwe.
|
|
FERMANDARIYA SEHEYA ZAGROSÊ YÊ
HPG'Ê |
JI BONA AFIRANDINA
SERKEFTINÊ, CIWAN BER BI
ÇIYÊ VE!
Ji ciwanên Gever, Şemzînan, Çelê û Esendereyê
re;
Ji
ciwanên gelê Colemêrg, Gever, Şemzînan, Çelê û Esendereyê re, ku bi
salane bi tevgera azadîxwaz re di demên germ de û digel hemû
çewsandin û polîtîkayên dijmin, di xeta Rêber Apo de bi israr
dimeşin û qet qut nebûne re!
|
|
FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA
HPG'Ê |
DI ŞEXSÊ FERMANDARÊ
MEZIN RÊHEVAL ADIL DE, EM SOZA XWÎNA ŞEHÎDAN LI ERDÊ NEHIŞTINÊ, DI
BINGEHA HESAP PIRSÎNÊ DE DIDIN!
Ji gelê me yê welatparêz ê Kurdistan û
rayagiştî re;
Di
dîroka mirovantiyê de gelan, di oxira têkoşîna azadiyê de bi
berhemên lehengiyên mezin ên bi heybet, hebûna xwe domandine. Di
dinyaya me ya îroyîn de, li hember hemû qirêjî, kolekirin û pêkûtiyên sîsteman, vê mîrateya têkoşîna azadiyê ya jiyaneke bi
rûmet û rastîn, ji hêla kesayetiyên leheng ve bi pêş ve hatiye birin
û derxistine lûtkeya herî jor.
|
|
FERMANDARIYA EYALETA AMEDÊ YA
HPG'Ê |
JI GELÊ ME YÊ DARA HÊNÊ
YA ÇEWLIKÊ RE, HIŞYARÎ!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
Ev hefteyeke yekîneyên artêşa tirk ên faşîst
li hember Dara Hênê ku girêdayî Çewlikê ye, li tevahiya qadê
operasyon hatibû li dar xistin û di van operasyonan de dijmin gelek
windahiyan dabû. Piştî ku dijmin ji gerîlayên me lêdan xwarin, bi
taybet li bejahiya gundên Xiraba, Avnik û Xeylan ku girê girêdayî
Dara Hênê ne, yekîneyên xwe yên veşartî bi armanca kemînavêtinan li
erazî dihêlin. Ev tevgeriya dijmin û hewldanên kemînavêtinê, wê
ewlekariya sivîlan têxe xetereyê. Divê li hember ev taqtîkên dijmin
ku ewlekariya sivîlan têdixe xetereyê, gelê me hişyar û pejinkar be.
|
FERMANDARIYA EYALETA AMEDÊ YÊ HPG'Ê |
|
|
FERMANDARIYA EYALETA AMEDÊ YA
HPG'Ê |
JI CERDEVANÊN
GUNDÊ SÎVAN RE BANG!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
Ji
zivistanê vir ve dijmin hem li hember bakurê Kurdistanê hem jî li
hember Qadên Parastina Medya operasyonên xwe neda sekinandinê û li
hember berxwedaniya gerîlayên me ji gelek qadan hatin derxistinê. Bi
taybet di demên dawîn de dijmin li hember Darê Hênê ku girêdayî
Çewlikê ye, di operasyonên ku li dar dixe de ji gerîlayên me gelek
derbe xwarin û di şerên qewimî de gelek leşker hatine kuştin. Dijmin
ji bona ku vê binketina xwe serê bigirin, niha jî cerdevanên gundê
Sîvanê derdixin operasyonan. Em bang li cerdevanên gundê Sîvanê
dikin ku, li hember hewldanên dijmin ku we di rêza pêş de dişînin
mirineke bêwate serî rakin û tevlî operasyonan nebin.
|
FERMANDARIYA EYALETA AMEDÊ YÊ HPG'Ê |
|
|
FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA
HPG'Ê |
BÎLANÇOYA ŞER A MEHA
NÎSANÊ!
Ji gel û rayagiştî re;
Operasyonên ku hatine li dar xistin: 71
Êrîşên hewayî: Carekê li gelemperiya Qadên Parastina Medya, carek li
sehaya Zagros û carek jî li hember qada Xakûrkê
Pêwêndiyên ku çêbûne: 52
Çalakiyên ku ji hêla gerîlayên me ve lidar ketine: 38
|
|
FERMANDARIYA EYALETA ERZIROMÊ YA
HPG'Ê |
JI GELÊ ME YÊ KIXI Û
ADAKLIYA ÇEWLIKÊ, JI BONA XEBATÊN JÎTEMÊ
HIŞYARÎ!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
Yekîneyên
artêşa tirk a faşîst ku bi mehên biharê re operasyonan zêde kir û
digel piştgiriya îstixbaratî yên hêzên derveyî encam negirte û ji
bona ku ji vê tengaviyê derê, rêbazên şerên qirêj û taybet têdixe
dewrê. Bi taybet li navçeyên Kixi û Adaklayê ku girêdayî Çewlikê ne,
JÎTEM xebatên xwe zêde kirine û hewl didn ku ciwanan bi riya jin û
pere bikin sîxur. Berê jî dijmin bi heman rêbazî, li Botanê hewl da
ku ciwanan bixînin û bikin sîxur. Bes ve ji hêla tevgera me ve
deşîfre bû. Ji ber vê yekê divê ciwanen kurd hişyar bin, bi van
lîstikan nexapin û malbat zarokên xwe baş biparêzin.
|
Fermandariya Eyaleta Erziromê ya HPG'ê |
|
[vegere]
|
|
|