Kurdish | Turkish | English | Arabic | Deutsch
 
 
  JI ÇAPEMENIYÊ...
 

 

PYD'ê 46 mîn salvegera Sînema Amûde li Oldenburgê bi bîr anî
 

Bi munesebeta ya bîranîna 46'emîn a şewata sînema Amûdê ku di 13.11.1960 ev bûyer pêk hatibû Partîya Yekitîya Demoqrat PYD'ê , li bajarê Elmanya Oldanburg di 12 .11.2006 de semîner , muzîk û bi helbestan hate bi bîranîn, li bajarê Oldenburg bi qasî 80 kesî beşdarî mersîmên bîranînê bon, di haman demê de 283 mum hatin vêxistin û Sûretên Zarokên kû di sînemê de şhîd bon hatın pêş kêş kirin , her weha gelek rewşenbîr ,Hunermen ,serokê Fedrayona êzîdiyên kurdistanê birêz Serhan Cemîl û Nûnera Civata Demoqratîka Kurd Berêz Binefşjî beşdar bon..û bi mesacên xwe hestên xwe anîn ziman di derheqê vê boyera bi êş û keser anîn ziman ..

Her weha Nûrê Partîya Yekîtiya Demoqratîk (PYD) li Oldenburg axavtinek kir û hestên xwe der heqê şewata Sinema Amûdê de kû nîzî 283 Zarokan jîyana xwe ji dest dan û bonae qorbana berjewendîyên rêjîmê û îtîfaqa wan bi Cezayrê re ..anî ziman û gut: di heman demê de ne tenê zarokên me di boyera sinemê de bone qurban , lê di dîroka kurdan hertim kurd bone qorban .. her wiha dibe ku her sal van zarok û kulîkên baharê em bi bîr bînin..


Di dawî bernama Bîranînê de Hunermend Xebat Şakir bi helbestên xwe û Ednan Haydo bi stranên xwe hastên xwe anîn ziman bi vê munesebetê....


Li Bajarê Hannover şewata sînema Amûdê hate bi bîranîn

Partîya Yekîtiya Demoqrat ( PYD) li Bajarê Almanya Hannover 46 mîn salvegera şewata Sînema Amûdê bi bîr anî, di merasîmên bîranînê de nîzî 45 kes beşdar bon , her weha rewşenbîr , Hunermend , û rêxistin jî beşdar bon..her weha bi qasî 300 mum hatin vêxistin ji bona bîranîan zarokên kû di şewata sînemê de jîyana xwe ji dest dabon û wenyên zarokan jî hatin pêşkêş kirin.

 
Piştî deqeyek rêz girtin, nûnerê (PYD) li Hannover Fehid Hisên axvtinek kir bi vê munesbetê û gut: şehadeta 285 zarok û zêdetirî 200 zarokên kû bone gazî di encama şewata sînemê de, ev zarok bone qorbana berjewendîyên îtîfaqa Cezayirê , lê ne tenê di boyera sînemê de kurd û zarokên kurdan bone qorban , di dîroka kurdan de hertim di boyeran de kurd bone qorban û heye roja mey îrojî kurd qorbanan dide...


Di haman demê de Hunermend Zuber Salih jî bi saz û muzîka xwe hestên xwe anîn ziman ....


 

   

RÊBER APO

MENÛ

MAL
NIVÎSÊN ROJEVÎ
ŞEHÎDÊN ME
HPG
YJA - STAR
FORÛMA GERÎLA
PARASTINA GEL
STAR
WÊNEYÊN GERÎLA
PIRTÛK
 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

PKK

 

KONGRA-GEL

PARASTINA GEL

 

 

 

STAR